Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Kirmaşanê jina ducanî xwe kuşt

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber xizaniyê bûyerên xwekuştinê zêde dibin. Li bajarê Kirmaşanê jinan ducanî û hevjinê xwe ji ber xizaniyê bedana xwe dan ber agir, dayik jiyana xwe ji dest da û pitik û bav hatin rizgarkirin

Li bajarê Kirmaşanê ya rojhilatê Kurdistanê jina ducanî û hevjinê xwe bedena xwe dan ber agir. Jina 30 salî û 6 mehî ducanî jiyana xwe ji dest da lê pitik hat rizgarkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ev bûyera trajedîk roja 6’ê adarê pêk hatiye. Jina ducanî û hevjînê xwe ku ji aliyê aborî ve hejar bûne, bi donê bedena xwe dane ber agir. Hat hînbûn ku navê dayikê Fereşteh Kahrarian e. Dayika ku jiyana xwe ji dest da, pitika wê bi awayekî sax hat rizgarkirin. Her wiha bav jî bi awayekî giran hat rizgarkirin. Li gorî hîn çavkaniyan hevjînên hevdu ji ber xizaniyê bedena xwe dane ber agir.

Sedema xwekuştinan piranî xîzanî ye

Di meha îlona derbasbûyî de jî li eyaleta Îlamê jinek ji ber xizaniyê bi dermanê kêzikan întîxar kiribû. Piştî gotina bijîkan a hêviya rizgarkirina jinê tuneye, hevjînê wê jî bi heman rengî xwe kuşt.

Di meha cotmehê de bavekî dîsa ji ber xîzaniyê hevjîn û zaroka xwe ya 9 salî bi çekekî kuştibû û piştî kuştina wan ew jî întîxar kiribû.

Li gorî komên mafên mirovan, li Îranê di meha mijdar û kanûna 2018’an de herî kêm 16 kes ji ber sedemên xizanî, tengasiya aborî û pirsgirêkên malbatî xwe kuştine.

Di 10’ê sibata 2019’an de li bajarê Sahne ya girêdayî Eyaleta Kirmaşanê dayika ciwan piştî darvekirina zarokên xwe yên bi navê Alî Riza (6) û Amîr Abbas (3), ew jî bi heman rengî dawî li jiyana xwe anî. Piştî vê bûyerê hat diyarkirin ku dayik ji ber xizaniyê dawî li jiyana xwe û zarokên xwe anî ye.

Xwekuştin veguheriye kareseta civakî

Li gelemperiya Îran û rojhilatê Kurdistanê di 40 salên dawîn de, di navbera her çînên cuda û temenan de bûyerên xwekuştinê zêde bûne û ev tişt veguheriye kareseteke civakî. Piraniya xwekuştinan li eyaletên Loristan, Îlam û Kirmaşan ên rojhilatê Kurdistanê û eyaletên Kuzistan û Hamedan a Îranê pêk tên.

Li gorî malpera fermî Habar Online li Îranê rêjeya xwekuştinan zêde dibin û ji sala 2011’an heta 2015’an di bûyerên xwekuştinan de rêjeya hejmara jinan ji sedî 66 û ya mêran jî ji sedî 71 zêde bûye.

Di salekê de nêzî 5 hezar bûyerên xwekuştinê

Parlamenter Muhammed Mehdî Tondgooyan ku di Wezareta Ciwan û Werzîşê de bi karên ciwanan re eleqedar dibe, di daxuyaniya xwe 19’ê tebaxa 2018’an de diyar kiribû ku di nava salekê de 4 hezar û 992 kesan întîxar kiriye.

Tondgooyan di daxuyaniya xwe de ragihandibûn ku di nava kesên ku xwe dikujin de piranî jin in û nêzî 3 hezar 300 jin întîxar kirine. Ev jî tê wateya ku rojê nêzî 9 jin xwe kuştine. Lê tê payîn ku ji ber li Îranî şefafbûneke tuneye, ev rêjeyên xwekuştinan hîn zêdetir in. KIRMAŞAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar