Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Koma Lêkolînê ya Kongoyê, li herêma Kîvû ya Komara Kongo ya Demokratîk, ku zêdeyî 130 komên çekdar lê hene di nava du salan de 1900 sivîl hatin kuştin.
Li gorî rapora her du rêxistinan, li herêma Kîvûyê “Di navbera hezîrana 2017’an û hezîrana 2019’an de komên çekdar 1900 sivîl qetil kirin û zêdeyî 3300 jî revandin.” Rojhilatê Kongoyê 25 sal in ne ewle ye.
Midûrê Efrîkaya Navîn ê HRW’ê Lewîs Mûdge got, “Li herêma Kîvû ku li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîke ji ber ku zêdeyî 130 komên çekdar şer dikin ev dever yek ji herêmên tund ên dinyayê.”
Di raporê de hate ragihandin ku navenda tundiya du salên dawî herêma Benî ye û hate gotin, ku yek ji sê parên kuştina sivîlan li herêma Benî pêk hatiye.KONGO