Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li gundê Emarne yê li başûrê Cerablûsê gundên Kobanê yên li kêleka Çemê Firatê topbaran dikin. Şervanên HSD’ê bersiv dan êrîşên dagirkeran û derbên giran li wan dan. Hate ragihandin ku bi dehan çeteyên dagirker hatine kuştin.
Hêzên HSD’ê li nuqteyên artêşa tirk ên li pêşberî gundên Boban û Siftekê xistin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wan hewl dan ji Cerablûsê derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin. Hêzên HSD’ê êrîş têk birin. Hat ragihandin ku bi dehan dagirker hatin kuştin. KOBANÊ