Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Kobanê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan bi beşdariya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Hemleya girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” dabûn destpêkirin,  38 roj e dewam dike.

Ji bo piştgirîdayîna girtiyan Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê jî îro bi dirûşma ‘Dema dema azadiyê ye, êdî bes e ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo re’ li Qada Şehîd Egîd konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Konê çalakiyê bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, siyasetmedar Leyla Guven û pankartên bi nivîsa ‘Berxwedan û cenga Heftanînê silav dikin, xeta îxanetê û êrîşa dewleta tirk a faşîst şermezar dikin’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Berxwedana jinan faşîzma Erdogan têk bir’ hat xemilandin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û tekez kir ku dê piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê ya li girtîgehan bikin.

Balî her wiha bang li welatên cîhanê kir ku destwerdanê bikin û wiha got: “Mafê kurdan heye ku bi aştî bijîn. Divê dewleta tirk dev ji siyasetên xwe yên zordariyê berde.”

Balî piştrast kir ku dê piştgiriya berxwedana zindanan bikin heta ku armancên girtiyan pêk bên.

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim wiha axivî û ev tişt anî ziman: “Em îro li vir in da ku piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û tecrîdê ji ser Rêber Apo ku ji beriya 22 salan ve li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, rakin. Divê em têkoşînê bilind bikin da ku hemû cîhan zilm û zordariya li girtîgehên Tirkiyeyê bizane.”

Rewşen destnîşan kir ku dewleta tirk xwestiye di kesayeta Ocalan de gelê kurd qir bike, lê belê fikr û felsefeya Ocalan niha li tevahî cîhanê belav bûye û wiha got: “Ji lewre hikûmeta tirk tecrîdeke din di nava tecrîdê de li ser Ocalan ferz dike.”

Dewleta tirk ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz dike û hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê qedexe kiriye.

Rewşen daxuyand ku komploya li dijî Ocalan, hîn li dijî gelê kurd dewam dike, da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û destnîşan kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê, di rêça demokrasî û pêkanîna wekheviyê di civakê de meşiya.

Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Şêran Xelîl Muslim axivî û îşaret bi hevgirtina li dijî dagirkeriya tirk û zordariyê kir û wiha got: “Ew tekane rêbaz e ji bo pêşîgirtina siyasetên dijminahiyê yên li dijî gelê kurd.”

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê heta 9’ê çileye bi beşdarbûna 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê dewam bike.

Di 9 rojên çalakiyê de, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dê sazî û partiyên siyasî yên herêmê serdana konê çalakiyê bikin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar