Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Li Kobanê jin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dan’

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zozan Bekir, got: "Têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî terora DAIŞ`ê bû zemîn ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" bihêz bibe û di roja îro de bibe cîhanî."

Rêxistina DAIŞ’ê ku weke xetertirîn ji rêxistinên terorê di sedsala 21`emîn de tê binavkirin, li bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê piştî berxwedana bi pêşengiya jinan têk çû.

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an de bi amadekariyeke mezin êrîşî bajarê Kobanê kirin. Şervanên YPJ`ê û YPG`ê ku bi armanca parastina xaka rojavayê Kurdistanê hatibûn birêxistinkirin, xwe li hemberî êrîşan kirin mertal û Kobanê parastin. Ev serkeftin piştî berxwedana 134 rojan di 26`ê çileya 2015`an de hat ragihandin.

Di berxwedandiya Kobanê de jinên di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di 4`ê nîsana 2013`an de hat demezrandin, xwe birêxistin kirin û pêşengiyeke mezin di şer de kirin. Şervanên YPJ`ê li aliyekî fermandarî kirin û li aliyekî din canê xwe kirin mertal û çalakiyên fedayî weke Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê pêk anîn. Têkoşîna jin ya dîrokî ku di berxwedana Kobanê de pêş ket, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan di sedsala 21`emîn de tê pênasekirin.

Bi boneya 8`emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zozan Bekir rola jinan a di serkeftina Kobanê de nirxand û bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ve girêda.

‘Berxwedana Kobanê bû zemîna têkbirina DAIŞ`ê’

Zozan Bekir di destpêka axaftina xwe de êrîş û berxwedana li Kobanê pêk hat wiha bîr xist: “Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ku di 15`ê îlona 2014`an de li ser Kobanê pêk hat, dijwar û hov bû. Ev êrîş di demeke ku terora DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê belav bibû her wiha metirsiyên wê li ser asta cîhanê jî hebûn. DAIŞ’ê li Şengalê bi dehan komkujî pêk anîn, bajaran dagir kirin bi rengê tarî ferz kirin, hebûna netewan ji holê rakir û hewl da rengê jinan bi her awayî tune bike. Piştî ku çeteyan bajarên mezin ên weke Mûsil û Reqayê girtin, berê xwe dan bajarê Kobanê jî. Şervanên YPJ`ê û YPG`ê berxwedaniyeke bêhempa li hemberî êrîşên DAIŞ`ê nîşan dan. Serkeftina li Kobanê di sedsala 21`emîn de ji bo tevahî mirovahiyê bû sembol. Êrîşa li ser Kobanê bi perspektîfa dewleta tirk bû, ji ber vê wan hizir dikir ku çawa bajarên mezin nikaribûn çend seatan li ber xwe bidin, wê li Kobanê jî heman tişt dubare bibe. Lê şervanan, gel, hezikirî û dostên Kobanê di 134 rojan de bi qehremaniyeke mezin êrîş têk birin û serkeftina sedsalê bi dest xistin. Piştî DAIŞ’ê xîlafeta xwe bi rengekî fermî ragihand, ev binketina wan a yekemîn bû. Serkeftina li Kobanê bû bingeha tunekirina DAIŞ’ê û xebatên wan ên avakirina xîlafeteke teror li Rojhilata Navîn.”

‘Di berxwedana Kobanê de hişmendiya 5 hezar salan hat şikandin’

Zozan Bekir bi taybetî behsa rista jinan a di nava berxwedana Kobanê de kir û wiha got: “Aliyê din ê berxwedana Kobanê ku mirov nikare paşguh bike, pêşengiya jinan a di şerê li hemberî DAIŞ`ê ye. Cara yekemîn bû ku jinên xwe bi bîrdoziya Rêber Apo perwerde û bi hêz kiribûn, di bajaran de pêşengî û fermandariya şer dikirin. Beriya vê jinên kurd bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşîn dane meşandin, ev yek jî ji bo şervanên YPJ`ê weke tecrube û mîrasek bû ku vîn û hêzê jê bigrin. Li hemberî hişmendiya DAIŞ’ê û civakê şerekî dualî dan meşandin nîşan dan ku ew dikarin axa xwe biparêzin û şer bikin. Ji lewre ev hişmendî li warê berxwedanê Kobanê bi saya têkoşîna şervanên YPJ`ê di xetên xwe yên qalind de hat şikandin. Cara yekemîn bû ku di sedsala 21`emîn de jin bi nasname, hebûn û xweseriya xwe di qadeke hesas de ku her dem jin jê hatiye dûrxistin, cih bigrin û heta pêşengiyê jî bikin.”

‘Tolhildana jinan ji aliyê şervanên jin ve bûyereke dîrokî bû’

Zozan Bekir dirêjî da axaftina xwe û bandora têkoşîn jinên kurd a li hember hişmendiya DAIŞ`ê wiha bilêv kir: “Beriya êrîşên li ser Kobanê bi mehekê, komkujî li Şengalê pêk hat ku di encamê de bi hezaran jinên êzidî hatin kuştin û revandin. Ji ber vê şervanên YPJ`ê di Kobanê de tola jinên Şengalê rakirin û piştî tunekirina DAIŞ’ê bi sedan jinan vegerandin. Ev yek jî bûyereke dîrokî bû, cara yekem bû ku jin tola jinan hiltînin û hesab ji kujeran dixwazin. Ev xal bû sedem ku bi dehan jinên enternasyonal berê xwe bidin rojavayê Kurdistanê û beşdarî nava refên YPJ`ê û xebatên cudatir bibin. Her wiha berxwedanê bandorê li ser jinan kir ku ew jî hesabên xwe ji nû ve bikin û li rastiya xwe vegerin. Jinan careke din li hember hişemendiya mêr-dewletê serî hildan û gotin ku ew dikarin şer bikin pêşî li êrîşên qirkirinê yên li ser jinan bigrin.”

‘Me pratîka dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` li Kobanê dît’

Zozan Bekir dirêjî da axaftina xwe bal kişand ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî ” û got: “Berxwedana Kobanê zemîneke bihêz û rast ji bo jinan avakir ku îro ev têkoşîn di bin navê “Jin, jiyan, azadî” de mezintir bibe. Heger jinan di Kobanê de şer nemeşanda û xwe feda nekira, me îro nikarbû hevgirtin û têkoşîna jinan bigihîştanda vê astê. Jinan bi berxwedana Kobanê re gavên dîrokî di sedsala 21`emîn de avêtin, ev destkeftî jî ne tenê ji bo jinên Kurd ango yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê belê ji bo hemû jinên cîhanê ye ku careke din ew ji xewa giran şiyar kirin. Berxwedana jinan a li Kobanê heqîqeta jinan raxist ber çavan, hişmendiya civakê sererast kir û riya têkoşînê ber bi azadiyê ve ronî kir.”

‘Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin’

Endama koordînasyona Kongreya Star Zozan Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku xwedî li destkeftî û felsefeya xwe derkevin û got: “Îro di asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de jin bi ziman, netew û nasnameya xwe di tevahî qadan de têdikoşin. Bi taybetî dema jinên ji netewên cuda bi zimanê Kurdî dibêjin “Jin, jiyan, azadî” em têdigihîjin ku berxwedan û şoreşa me bûye cîhanî. Ev yek ji bo me gelek bi wate û nirx e, ji ber vê em ê asta têkoşîn û xebatên xwe bilindtir bikin da ku bikarbin felsefeya azadiyê di warê pratîk de jî pêk bînin. Li ser vê bingehê banga me ji bo tevahî jinên azadîxwaz ew e ku em li pey dirûşma xwe bin heta ku em civakeke polîtîk, exlaqî û demokratîk ava bikin û wekheviya di navbera herdu zayendan de ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar