Bi hezeran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û bi dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê ‘ dest bi meşê kirin.
Tê payîn ku piştî meş di kolana Meheta û Qada Aştiyê ya li nêzî Dergeha Murşîdpinar ya li ser sînorê bakurê Kurdistanê derbas bibe.
Meş ji bo destekdayîna berxwedana gerîla ya li hember êrîşên dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, her wiha şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û îxaneta PDK’ê tê lidarxistin.
Her wiha di 10’ê hezîranê de Meşa ‘Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê’ li Qamişlo hatibû lidarxistin û bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li meşê bûbûn. KOBANÊ