Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li Kobanê qetilkirina jinan hat şermezarkirin

Kongreya Star a Kantona Kobanê li dijî qetilkirina Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve meşeke girseyî pêk anî

Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û qetilkirin. Têkildarî bûyerê bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Kobanê bi sedan jinên sazî û dezgehên civakî bi dirûşma ‘Li dijî kujerên jinan sonda me tolhildan e’ daketin qadan û meşiyan. Meş ji destpêka bajarokê Sirînê dest pê kir û li pêşiya navenda Şaredariya Gel a Sirînê rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Mala Jinan a bajaroka Sirînê Yazê Xelîl û Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Felek Yûsif axivîn.

Yazê Xelîl da zanîn ku dê çeteyên DAIŞ’ê nikaribin di kesayeta herdu jinên rêveber de vîna wan bişkîne û wiha got: “Demeke dirêj e dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gelê herêmê zêde kiriye û bi taybet li ser jinan. Em wek jinên bajarokê Sirînê qetilkirina herdu jinên rêveber şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ’ê di serî de Erdogan dixwaze di kesayeta jinên pêşeng de şerê xwe bidome û li dijî pergala jinan şer bike. Hişmendiya DAIŞ û Erdogan ji ber pêşengiya jinan a civakî qebûl nakin, jinan dikin hedef. Banga me ji hemû jinan re, divê li dijî kiryarên li ser jinan têbikoşin.”

‘Sîstemên desthilatdar  li dijî xeta jina azad dixebitin’

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Felek Yûsif jî bal kişand ser komkujiyên ku di derheqê jinan de pêk tên û ev tişt anî ziman: “Ev ne cara yekemîn e ku jin tên hedefgirtin, beriya niha bi dehan komkujî bi destên çeteyên DAIŞ’ê di derheqê jinan de pêk hatine. Sîstemên desthilatdar li dijî xeta jinên azad dixebitin. Em li vir soz didin ku dê li ser şopa wan bimeşin.”

Meş bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî ‘ bi dawî bû. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar