Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Kobanê Ramazan û li Amedê Recep

Ji heman malbatê Ramazan Hantaş di sala 2014’an de şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û li Amedê jî Recep Hantaş bi guleya polîsan hat qetilkirin

Di Komkujiya Licê de xaniyê malbata Hantaş hatibû şewitandin û malbatê ji mecbûrî koç kiribûn. Malbatê piştî koç kir, her dem bi zext û zoriyan re rû bi rû ma. Ji malbatê Ramazan Hantaş di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û Recep Hantaş jî li Amedê bi guleya polîsan hat kuştin.

Di 14’ê Nîsana 2019’an de li Amedê, saet di 03.20’î de li Sumerparkê wexta berhevkarê kaxezan Recep Hantaş ê 20 salî û hevalekî xwe rûniştibûn polîsan gule berda wan û Hantaş jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyer derket holê polîsan got, “Me bi şaşî Recep kuştiye.” Lê dîmenên bûyerê û îfadeyên şahidê bûyerê nîşan dan ku bi zanebûnî hatiye kuştin.

Malbata Hantaş, ji salên 90’î ve bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû dimînin. Di sala 1994’an de malbat ji ber kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin, mecbûr ma ji gundê Babtînê koç kir. Dema Aydin hat kuştin leşkeran avêtibû ser gundê Babtînê. Di serdegirtina gund de 6 kes hatibûn kuştin û 107 kes jî birîndar bûbûn û eskeran piştre gund şewitandibûn. Malbata Hantaş piştî vê bûyerê ji mecbûrî koçî Amedê kirin.

Malbata Hantaş ku nifûsa wan 12 kes in, piraniya wan karê înşeatê dikin. Ji malbatê Ramazan Hantaş di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Ramazan tev li nav refên YPG’ê bû, zext û zoriyên li ser malbata Hantaş zêde bûn. Mûrat Hantaş jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û sal û nîvekê di girtîgehê de ma. Birayê Recep Hantaş Mehmet Şah Hantaş diyar kir ku birayê wî Recep karê xurde dikir û dikana wî li semta Şehîtlikê ye. Hantaş anî ziman ku piştî birayê wî hat kuştin hin kesan mifteya dikana birayê wî şikandine, ketine dikanê û nizanin çi birine. Hantaş bilêv kir ku motorsiklêta birayê wî ku pê kaxez berhev dikirin jî winda ye.

Bira Efe Hantaş jî, bilêv kir ku ya hatiye kirin “înfaza bêdarizandin” e û ji roja bûyer qewimiye heta niha rayedaran xweşikî tiştekî rast ji wan re negotiye. Hantaş, bûyera li Sakaryayê ya kur û bav ên gotin “em kurd in” bav hat kuştin û kur jî birîndar bû, bi bîr xist û got: “Eger birayê min ne kurd bûna, wê niha sax bûna. Birayê min bû qurbana cinayeteke nefretî.”

Her tişt li ortê ye

Ap Yahya Hantaş jî ji bo lêpirsîna der barê kuştina biraziyê xwe de got: “Di nêz de wê hewl bidin ku bi hinceta ewlehiyê dozê bibin bajarekî din. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Li hember cihê ku Recep lê hatiye kuştin mobese hene, her tişt li ortê ye. Eger di hiqûqa hundurîn de tiştek safî nebe, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar