50 hektar zeviyên çandiniyê yên li gundê Cilik ê başûr rojhilatê Kobanê şewitîn. Yekîneyên agirkujiyê, şênî û şervanên YPG’ê mudaxale kirin û şewat vemirandin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend rojin zeviyên çandiniyê dişewitin. Di şewata îro de 50 hektar zevî şewitîn. Îro jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Cilik ê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ket. Sedema wê nehat diyarkirin. Di encama vê şewatê de zêdeyî 50 hektar ên zeviyên genim û ceh hatin şewitandin. Yekîneyên agirkujiyê, şervanên YPG’ê û şêniyan berê xwe dan cihê bûyerê û agirê ku praniya zeviyên gund şewitandin, vemirandin. Rêjeya zeviyên nehatiye çinîn ji sedî 40 hat şewitandin û yên din jî yên ku beriya niha hatibûn çinîn. Ji ber şewat nêzî gund bû xeterî li ser malên welatiyan hebû. KOBANÊ