Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Şehîd Faxir Mêrkê Sorî ya Başûrê Kurdistanê li koçberên Kampa Newrozê alîkarî belav kir
Ji ber êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedhezaran welatiyên ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Gelemperiya koçberan li herêmên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Rêveberiya Xweser jî ji koçberan re kamp vekirin û alîkarî pêşkêşî wan kir.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Şehîd Faxir Mêrke Sorî ya Başûrê Kurdistanê ya xwendin û perwerdeyê, îro alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Kampa Newroz a herêma Dêrikê kirin.
Alîkarî ji tiştên xwarinê, pêdiviyên jiyanî û alavên germkirinê pêk dihat. QAMIŞLO