Êrişên dagirker ên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê didomîne tên şermezarkirin. Duh şev jî gelek kes bi pêşengiya jinan hatin ba hev û li navçeyên cihê yên Stenbolê êriş şermezar kirin. Gel li taxên cihê hatin ba hev û bi dirûşmeyan di nav taxê de meşiyan. Gel bi çepik û tilîliyan meşiya û dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’û ‘Bijî berxweda zindanan’ berz kirin.