Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Konyayê nijadperestan kurdê bi navê Hakîm Dal kuştin

Li navçeya Meramê ya Konyayê komeke nijadperest a ji 60 kesan pêk dihat êrîşî malbateke kurd kirin û Hakîm Dal qetil kirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Çariklikoya Merama Konyayê êrîşî malbateke ji Amedê hat kirin. Ev malbat 20 sal in li wir dijî. Komeke ku ji 60 kesan pêk dihat bi çekan êrîşî malbata kurd kirin. Di êrîşê de Hakîm Dal (43) hat kuştin. Hate diyarkirin nijadperestên li Karahuyukê dijîn berê jî gelek caran gef li malbatê xwarine.

Hamdî Dal ê ku birayê Hakîm Dal e diyar kir ji ber ku ew kurd in êrîşî wan hatiye kirin û wiha got: “Ji ber ku em kurd in, ji me hez nedikirin. Digotin ‘Divê hûn deran bifiroşin’ û biçin. Gundên derdorê zext li me dikirin û dixwestin em ji vir biçin. Berê jî gef li me dixwarin. Bi şev li erdeke vala ya gundê me dema şivanan pez diçêrandin nîqaş çêbû. Piştî nîqaşê komeke ku ji 60 kesan pêk tê ji Karahuyukê bi çekan hatin. Bi tivingê li pismamê dan. Em sê kes bûn, şerê şivanan kirin hincet û êrîşî me kirin. Birayê min di êrîşê de hat kuştin.”

‘Muxtar cesaret dida êrîşkaran’

Şahidê bûyerê Mehmet Emîn jî diyar kir ku ev ne êrîşa pêşîn e û ev tişt anî ziman: “Malbat debara xwe bi xwedîkirina heywanan dike. Ji zû ve ye li vî gundî dijîn. Berê jî 3 caran hewl dabûn êrîşî malbatê bikin. Muxtar gundî li hemberî malbatê sor dikir. Muxtar hat binçavkirin. Ji xeynî wî kes nehatiye binçavkirin.”

Li Taxa Bahçeşehîr a Merama Konyayê jî di 12’ê tîrmehê de êrîşî malbateke kurd hatibû kirin. Koma nijadperest gotibû ‘Em nijadperestên tirk in, em ê nehêlin hûn li vir bijîn’ û êrîşî malbatê kiribû. Di vê êrîşê de 4 jê jin 7 kes bi giranî birîndar bûbûn. KONYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar