Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Li Kurdistanê bêyî têkoşîn tu nikarî hebûna xwe biparêzî’

Yek ji gerîlayên HPG-YJA Starê Çiyajîn Cifaneyî qala kevneşopiya berxwedanê ya di navbera salên 2015-2016’an a li bakurê Kurdistanê bi taybetî ya li Cizîrê ji ANF’ê bi Enes Yildiz re kir.

Çiyajîn Cifaneyî diyar kir ku bi hilgirtina çekê re xwestiye bibe şervana azadiyê ya gelê xwe û wiha got: “Min li bakurê Kurdistanê pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê dît. Ez ê xwedî li kevneşopiya ‘Me serî netewand, bi me serbilind bin’ derkevim û têkoşîna gerîla li çiyayên Kurdistanê mezin bikim. Artêşa dewletekê bajarên me, malên me, kilamên me, dengbêjin me qetil kir. Li nava kolanan zarok hatin qetilkirin. Bi tank, panzeran bajarên me hilweşandin. Êrîş hebûn, nasname û mîrateya me ya çandî têk birin. Xwestin ku hebûna me ji destê me bigirin. Bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe xwestin ji me bistînin. Hikûmeta AKP’ê hewl da nirxên civakî yên kurdan tune bike. Gelê Cizîrê jî xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya bi hezaran salan derket û bajar, mal û stargeha xwe ji wan re nehiştin. Artêşa tirk hovîtî kir û xwest gelê Cizîrê teslîm bigire. Berxwedana Mehmet Tunç, Sêvêyan, Pakîzeyan bandor li me kir. Bi vê bandorê me xwest bibin şervan û gerîlayên Kurdistanê.”

‘Artêşa tişt di her kêliyê de mirinê li me ferz dike’

Bi domdarî jî Cifaneyî ev tişt anî ziman: “Li erdnîgariyeke mîna Kurdistanê bêyî şer, bêyî têkoşînê mirov nikarin tiştekî bi dest bixin. Bi taybetî rewşa kurdan gelekî cuda ye. Divê gelê kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Artêşa tirk her roj kurdan qetil dike. Mirov li Kurdistanê ranehêjin çekê, nikarin nirxên xwe yên dîrokî û civakî biparêzin. Me ev yek li Şirnexê, li Cizîrê dîtin. Artêşa dewletekê xwest her tiştî ji destê me bigire. Di her kêliyê de mirin ferz dikir. Ger hûn li dijî vê yekê li ber xwe nedin, hingî hûn zîhniyeta kujer û talanker qebûl dikin. Di nava vî şerî de hewl dan her tiştî, mirovên em jê hez dikin, cîranên me, dayika me, bavê me, birayên be, xwişkên me qetil bikin. Temaşekirina li vê yekê bêçaretî ye. Li Kurdistanê ger li dijî dewletê çeka we nebe, hêza we ya fikrî nebe hûn nikarin şer bikin. Li Şirnexê, Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê rewşeke wiha hebû. Dewleta tirk xwest kurdan qir bike. Kurdan jî li dijî vê yekê li ber xwe dan. Min ev sekn û berxwedan dît. Bi bandora Mehmet Tunçan, Sêvêyan, Pakîzeyan tev li nava refên gerîla bûm û ez ê xwedî li mîrateya wan a berxwedanê derkevim.”

Cifaneyî destnîşan kir ku li çiyê, deşt û newalan, li her qada xwezayî ew hene, bi çek, pênûs, fikir û baweriya xwe ji xwe li her qada têkoşîna azadiyê hene. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar