Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li Kurdistanê çalakiyên protestokirina êrîşên kîmyewî

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî gerîla, li bakurê Kurdistanê tên protestokirin.

Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, li gelek bajarên Kurdistanê hat protestokirin.

Wan

Bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Kurdistanê li Wanê bi tevlêbûna nûnerên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Wanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hat protestokirin û daxuyanî hat dayîn. Di daxyaniyê de pankartên “Bikaranîna çekên kîmyewî binpekirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Li dijî vî sûcî bêdeng nemîne” hatin vekirin. Her wiha beşdaran gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kirin.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER a Wanê Hanim Kaya diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran bi çekên kîmyewî êrîş kirine û bertek nîşanî saziyên pênwedîdar da. Bi domdarî Kaya wiha got: “Ji Nîsana sala 2021’an heta niha bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û hwd. tên bikaranîn. Ev yek bi dîmenan hatin piştrastkirin. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata di xwezaya li herêmê de îspat bûye ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Divê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê, li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere. Hewceye OPCW di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê, lêkolînên pêwîst bike û îspat bike ku hevkarê vî sûcê li dijî mirovahiyê nîne.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç jî bal kişand ser gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku digot, “Her PKK’iyekî 5-10 zarok hene” û wiha bertek nîşan da: “Nefreta wî ya li hemberî Kurdan heta vê astê jî hat. Ji ber ku 5-10 zarokên Kurdan zêde dibîne, hinekan jê li ser xetên sînor qetil dike, hinek jî li girtîgehan dikuje. Hinek ji siyasetê dûr dixe, parlamenteriya hinekan betal dike yan jî bi çekên kîmyewî qetil dike. We hemû çavkaniyên welêt ji bo kuştina Kurdan ji şer re veqetandine. Ma hûn dê bi kuştina Kurdan bi ser kevin? Hûn pesnê xwe bi komkujiyan didin. Madem li wir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, wê demê hûn çima naxwazin saziyên navneteweyî li wir lêkolînan bikin?”

Agirî

Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî li Agiriyê bi heman mebestê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn û pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Nebe şirîkê vî sûcî” hatibû vekirin. Hevberdevkê DBP’a Agiriyê Melîk Ozmuş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna  çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê.

Îdir

Her wiha li Îdirê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Îdirê Semra Dogruyol got ku dewleta Tirk sûcê şer dike û wiha bi dawî kir: “Dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî wehşetin û nayên qebûlkirin. Bikaranîna çekên kîmyewî, di heman demê de sûcekî  li dijî mirovahiyê ye. Divê meclis di zûtirin demê de komîsyoneke lêkolînê ava bike û bikeve nava liv û tevgerê.”

Mêrdîn

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi banga Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê hatin gel hev êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên Kurdistanê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîn şermezar kirin. Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Mêrdînê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê û bi sedan kes li ber Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê kom bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî vekirin.

Parêzer Azad Bayram ê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku desthilat her roj her roj yeka nû li binpêkirina mafan zêde dike û got: “Eşkere ye ku hikûmeta ku kaosê derdixîne, li hemû welêt bi taybetî li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de hikum dike. Van bêhiqûqiyan sînorên welêt derbas kirine û di dîmenên dawî yên hatine weşandin de jî delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî derketine holê. Bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcekî şer tê pênasekirin ku bi peymanên navneteweyî tê qedexekirin û şermezarkirin.”

Bayram bi bîr xist ku Tirkiye yek ji aliyên Peymana Çekên Kîmyewî ye ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û armanc dike ku wan kontrol bike û anî ziman ku tevî vê yekê jî Tirkiye bi taybetî di êrîşên ji sala 2021’an û vir ve li dijî xaka Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin de li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye.

Bayram da xuyakirin ku di dîmenên hatine weşandin de diyar dibe ku Tirkiye ji Nîsana 2021’an û vir ve bi rengekî sîstematîk çekên kîmyewî yên weke gaza kîmyewî, nukleerên taktîkî, bombeyên termobarîk û gaza hardal bi kar tîne û diyar kir ku di lêkolînên hatine kirin de hatiye tespîtkirin ku çekên kîmyewî di mehên borî de li herêmê jî hatine bikaranîn. Bayram anî ziman ku dîmenên êrîşa kîmyewî ya 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, asta texrîbata erdnîgarî ya li herêmê radixe pêş çavan û wiha berdewam kir: “Çekên kîmyewî ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê ne, di heman demê de zindiyên li xwezayê dijîn û ekosîstema xwezayê tune dikin. Tevî vê yekê jî partiyên li Peymana Cenevreyê ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bêdeng dimînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev bêdengî binpêkirina mafên mirovan e û em dixwazin ev bêdengî di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”

Bang li saziyên navneteweyî kirin

Bayram, qala çalakiya Nobeta Edaletê ya Xoşnav Ata ku du biraziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de winda kirin 80 roj in li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) didomîne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY’yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike û tavilê gavên ku nîşan dide ne alîgirê sûcê li dijî mirovahiyê ye, biavêje. Em weke rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan; em ê tu carî destûrê nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Hêrsa dayikan wê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar