Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Kurdistanê hezkirin hatiye qetilkirin

Ev babet di gelek romanê de, di dahûrandinan de hat diyarkirin û hat destgirtin. Ev rastî yek derket holê; Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye qetilkirin. Çawa ku gelek devên mêtîngerî dibêjin ‘Kurd wehş e, nêvenga hezkirinê, jê hatin hezkirin û hezkirin tiştek wisa nîn e, nizanin!’ bi rastî jî ev, hindek wisa ye. Mêtîngerî, di vê mijarê de rola qirkirinê leyistiye. Lewma hewl hatiye dayîn ku bê vegotin, çalakmendiya me ya şoreşgerî, çalakiyeke hezkirinê ye. Rêya hezkirinê, şêwaza hezkirinê bi şoreşê re tê destgirtin, hîmê objektîf tê danîn. Ka wê hezkirin û rêzdarî çawa pêş bikevin, bi girêdana çi ve wê pêş ve herin, tê daxistin. Hîmên azad, di vê derê de wateyeke mezin diderbirînin. Dîsa di vê mijarê de estetîk dikeve dewrê. Girêdana fîzîkî, giyanî û zanyarbûyînê bi estetîkê ve tê avakirin. Û dertê rastê ku ev, dikarin mirov xweşiktir bikin. Di wateyekê de hatiye destnîşankirin ku rasteqîna şerê me, di avakirina ji nû de, xurt şerkirin-dana şerkirin wê karibe ji têkiliya hezkirineke xurt re rê vebike. Dîsa hatiye daxistin ku hest û hezkirinên erzan ê di destpêkê de hêz nedaye şer, ji şer daye girtin, aniye haleke paşverû, heta ber bi her cure felişandineriyê ve biriye. Di vê mijarê de nêzîkatiya rast qîmeteke xwe yê mezin heye, li Kurdistanê ji gelek encamên girîng re rê vekirin, nêzîkatiya koletiya jinan rûxandiye, bûye sedem ji hilkeftina mezin re, saziya xeyalan, azwêriyan, viyan, wire û estetîkê ve di qîmeta pêşxistinê de ye.

Di: Beriye em tev li refan bibin, têkiliya pêşîn a me dabû destpêkirin, ew şêwaza koledariyê bû. Piştre bi wê pêvajoya ku me anî nava refan ve em hêdî hêdî qutbûna ji koledariyê dijîn. Yanî pêwîstiya azadiyê piştî têgihîştina şêwaza têkiliyeke kole ya jiyana kevin, êdî em dikevin nava lêgerîna azadiyê. Bi rastî jî azadî çi ye? Divê di mejî de çawa bê şênberkirin? Çawa gihandina azadiyê çêdibe, azîna wê çi ye? Hewldan çawa tê pêşxistin? Bi gotûbêjan ev dikare dakeve rastê. Ji ber ku di nava refan de têkilî û qutbûnên bi vî awayî zêde tên jiyîn.

S.P: Erê, bi taybetî ew qadên ku hûn jê hatine, ev hindik hatiye gotûbêjkirin, hindek girtî maye. Xebatên di çiyê de jî hindek wisa ne. Me, gotûbêjê zû da destpêkirin. Di sehaya Rojhilata Navîn de hindek jî da pêşxistin. Çawa ku min got, ên li çiyê qet gotûbêj nekirin. Ji ber giraniya jiyana leşkerî, ne fersend dîtin, ne jî dane nasîn. Yên di zindanê de jî, vê bi vaca pergalê girtin dest. Yanî şêwaza têkiliyên pergalê wisa bi şoreşgeriyê rûpoş ango cîla kirin û xwestin ku wêjeya têkiliya şoreşgerî pêş bixin. Ji derve ve gelek keçên ku axaftinên hezkirinê wan ê mezintirîn ên tên zanîn, ji nêzîkatiya hembêzkirinê re bi heman helwestan bersivdayîna yên hundir, bi wê pêvajoya ku dihat xwestin PKK bê felişandin re rû da. Di şênberiya halantêdana Şener de ku uslûbê felişandineriyê dihat kûrkirin ev, hat derxistin. Mînak, hevalekî ku em bi puxteya şoreşgerî û durustbûna wî bawerbûn, ka xwe çawa pêgirê çelexwariya hestan dikir, çawa vê digihand astên tirsnak me nirxand. Mîna vê gelek têkiliyên di hundir de tên jiyîn, têkiliyên jin-zilam ka çawa şûna têkiliyên şoreş û partiyê digirin tê zanîn.

Dîsa ciwanên ku ji hundirê pergalê û şagirtiyên ku ji nêvenga 12 rezberê tên, têkiliyên ku pir bêşêwe, bêarmanc dijîn hene. Ew têkiliyên sexte, hindek bi çanda TV ya pergalê, ew 12 rezbera di rêya Amerîka û Hollywoodkirinê de (ev dibe şêwaza jiyana emperyalîst) ku bi wan ciwanan empoze dikin li rastê ye. Dîsa hêmanên ku jêderka xwe ji gundîtiya klasîk digirin, ji jinan re tenê nêzîkatiyeke di bingehê zayendîtiyê de ye, hemû têkiliyên hezkirinê yên sexte yê pergalê bi rengekî belavî hat çespandin. Yên ku hê jî bandora vê bi ponijîn dijîn hene. Min xwe di vê mijarê de baş kir lêgerekî dahûrandinê. Ez hizir dikim ku di vê mijarê de bêtir di rewşa bi kûrahî bêm têgihîştinê de me. Me di vir de, dixwazî bila di aliyê binkeyê de be, dixwazî bila di aliyê xwediyê nêzîkatiyên curbecur de be, di bingeh de şoreşeke rastînî pêk anî.

Di teşeyê têkiliya destpêkê ya min de, her tişt hebûn. Bandora taybetmendiyên pergal û gundîtiyê hebûn. Dîsa pir seranserî hebû. Tebî li gor nêzîkatiya têkiliya hevalên me jî, kesayetek min tunebû. Vê, mîna çarenûsekê dîtin û weke pirsgirêkeke ku li zincirê hatiye xistin fêmkirin, ne guncaw bû. Lê bi rengekî erzanî berdan jî, ne guncaw bû. Nêzîkatiya ku wê piştre hesab bipirse hebû. Bi rengê felişandina felişandiner û hevkarmendan, vegerandina felişandina KTyê tolwergirtin hebû. Di bingeh de bi wateyekê klasîk nêzîkê gelşê nabim. Heta ne di wateya klasîk de, ne di wateya nûjen de. Di têkiliyên min ê jinan de puxte girîng e.

Em, dixwazin di aliyê pênasekirina pirsgirêkê de bersivan bidin. Em, pir rêxnedar nêzîk dibin. Yekcarê em vê napejirînin; malbat, divê ya-wiha be, têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin, zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re qîma xwe bînim. Tam berevajî em pir rasteqînî nêzîk dibin. Em, hem astên wê yên zanistî, hem giyanî, hem jî siyasî hemû aliyan di nava hev de dibînin û xwe digihînin şêwaza nirxandinê. Heta yê azad çi ye? Pêwendiya di navbera hezkirin û azadiyê de çawa tê avakirin? Pêwendî bi xweşikbûnê re çawa tê avakirin? Ez dixwazim wê bidim û wê didim gotûbêjkirin.

Ger bal bê dayîn, di nava milîtanên binkeya me de nêzîkatiyeke wiha zêde pêş neketiye. Her yek ji wan ya înkar dike, ya jî bi koletiya xwe tê girêdan; pir xweperestî heye. Heta ku serbest bên berdan wê hev û din bînin kijan rewşê, bi rastî jî tebatkirina mirov zor e. Aşkera ye ku ev tekilî wê pir hindik azadiyê esas bigire. Heta wê aliyan bîne rewşa nenaskirinê. Bi hêsanî hatina aliyekê rewşa pîrejinokekê zêde zehmet nîn e. Ev rewş di şoreşê de, wê ber bi jê xwarinê û felişandina mezintirîn a şoreşê ve rê vebike. Disîplîn nîn e, pergal nîn e. Tabî her kes ji ber egera têkiliyên nas û dostan wê par bixwaze, ev jî dê ber bi rawestandina şoreşê ve bibe. Têkiliyek bi serê xwe jî, dikare bi felişandineriyê ve encam bigire.

Ji aliyê din ve şêwaza serokatiyê ku tê xwestîn pêşkeve û di azadiyê de bixwebawer e, pêşî hemû têkiliyan qut û parçe dike. Ji mijara mulkiyetê derdixe. Dixwaze zilam ji nêvenga zilamê serdest derbixe. Dixwaze jinan û zayendîtiyê ji rewşa bûyîna hêmana bikaranînê di bingeha mulkiyetê de derbixe. Bi çemka serdestiya zilam re têdikoşe û hewl dide ku bipirse ka jin çi ye. Mînak, di rasteqîna civakê de ji bo zewacê dikarim bibêjim çi? Mamoste Yalçin, di nirxandina bi navê ‘Li Bexçeyê Kurd Soz û Peyman’ de ramanên xwe hindek pêş dixe. Min, pêwîstî dîtibû ku derbarê zewacê de nirxandinan pêş bixim. Pir balkêş in û nirxandinên wisa ne ku bi baldariyekê hindek encam dikare jê were derxistin. Tabî tevî ku ne li hember pevrebûna me jî, tê fêmkirin ku ew curbecur bîçimên jiyanê dixwaze zewaca ku di şêweya têkiliya taybet de be, dixwaze ya îro li Tirkiyeyê ku tê xwestin bi rengekî belavî bê kirin be, gelek tiştan bi xwe re dibe, heta diqedîne. Ji bo nimûne, hinek encam derketine, dibêje ‘malbat li ser navê hezkirinê tê avakirin û ev encameke xwezayî yê hezkerinê ye!’ Heta dibêje ‘Ev diqedîne!’. Ji nêzîkatiya me vê yekê derxistiye; hindek jî dikare were vê wateyê. Kartêkerên ku di bin bûyera zewacê de peyda dibin, pê dihese ku xeniqandiner in. wekî din jî, ji nêzîkatiyên me hinek xalên bingehîn selimandiye; Bûyera zewacê dîtiye; zewace dê-bav, ezmûneya zewaca min a puxteyî û di hundirê civakê de zewaca kurd a ku pir ziwakar e, xeniqandiner e, bandora wê ferq kiriye. Va, di vê derê de ji bo şoreşa me dibêje, ‘Dikare bibe çalakiyeke mezin a hezkirinê!’

A ku dixwazim bibêjim, dibîne. Ew beş, ji bo lêkolînkirinê pir nirxdar e. Naxwazim wê beşê zêde dubare bikim. Dibêje ‘Li ser malbata pîroz çalakiya Abdullah Ocalan sêsê ne. Yekemîn, dibîne ku zewaca dê-bav, bav diqedîne. Bavê wî di pergala malbata pîroz de mîna yekî dînbûyî ye. Duyemîn, ezmûneya zewaca wî bi xwe êdî bûye cendereyek. Sêyemîn, malbatên kurd. Herî hindik di pêşiya 1992’yan de li hember metirsiya bûyîna şervanên PKK’ê malbat zarokên xwe direvînin, dibin Ewropayê û dizewicînin. Tirsa ku wê bireve gerîla, dixwazin bi zewacê bin bixin. Ev çalaktiyên komî ne.’ Dîsa dibêje ‘Bi çalakiya azadkirinê di encama wê bersiva ku tê dayîn de, di nav alîgirên mulkiyetê de tirs heye. Di civakên ku tirsê ji nav radikin, mulkiyeta taybetî ya çikûs nabe. Tirs mitleqa çikûs e. Mulkiyeta taybet, çikûsiya berhevkirî ye. Zewac, mulkiyeta taybet a herî veşartî ye.’ Baldar bin, van di hevdîtina me de ji bo ku zelalî peyda bibe dinivisîne. Wiha didomîne: “Dixwaze bila mara mele be, dixwaze bila bi nasîna dêrê be, dixwaze bila ji hêla rayedarên taxî yên laîk ve bê îmzekirin, mar peymaneke hiqûqa deyndariyê ye. Di bingeha wê de, ne ji bo destpêkirina pevrebûnê, hesta berdewamiyê têxe bin ewlayiyê, heye. Mar, tirsa ku wê hezkirin biqede ye. Ji ber vê egerê hezkirinê qedandin e. Yekbûyîna her du zayendan, tenê ku di nêzîkatiyê de bêdawîbûn hebe, layiqê mirov e. Bi hev re jiyîn serûwenek e. Dilwêrekiya her qas hev û din ji nû ve keşifkirinê ye. Ku her evqas nû be, pevrebûyîn jî, bêdawî ye. Hezkirin, tenê bi dilwêrekiyê guncaw e. Evîn, tenê mafê wî/ê yê/a ku ji hezkarê/a xwe re dikare asîmanan zevt bike ye. Gel ji bin zincira koletiyê ango kedkaran ji bin zincîra mulkiyeta taybet rizgarkirin, bi zevtkirina asîmanan ve wekhev e. Zevtkirina asîmanan, qezenckirina bawerdêriyê ye. Ê ku ne bawerdêr e, hêza hezkirina wî nîn e.” Mînak, derbarê sîstema Sovyetê ya hilweşiyayî de dibêje; “Ez bawer dikim ku berteka Abdullah Ocalan li hember çavbirçitiya zayendî ku wek azadiyê tê dîtin di reel sosyalîzmê de, mezin e.” , “Serok APO, bawer nake ku beriya rûxandina malbata pîroz a feodalîzmê, Kurdistan azad bibe. Malbata pîroz, tê wateya têkiliyên dîl û jinên dîl. Ev dahûrandin, çalakiyê azadkirin e. Ji malbata pîroz re bersivdayîna APO, çalakiya azadkirina jinan e. Di pêvajoya jin a gerîla de jî, weke ji cendera jinan tolwergirtina xwe ramiyaye. Rahavêj e.”

Soz û peyman, di vê beşê de li ser van disekine. Yanî li cihekî tiştên ku têgihîştiye daye kurtekirin. Tabî di van dahûrînan de wergirtina azadiyê guncaw e. Hûn ê ji bo gotûbêjkirinê zîrek bin.

A ku ez dibînim, qada ez jê hatime weke ku gotûbêjên wêrekane nîn in, rev heye. Hin têkiliyên ku we jiyaye, we terkeserê qeyranê kiriye. Ev yek li ba min çiqas hatiye jiyîn û çawa encam wergirtiye da ku we ronî bike pêşwazî kirim. Yanî min, di cihekî de her kes ji vê para herî mezin û lewma wêrekî bigire vegot. Tabî gelek ji wan ne azweriya xwe, ne koletiya xwe, ne jî hestên xwe tînin ziman; ser vedişêrin, dixin nava qeyranê. Niha min jî jiya, lê ya min, va ye bi tevgereke azadiya mezin bersivdayîn e. Ez, di bingeh de taybetmendiya zewac ango têkiliyên kolekirinê dikarim bêtir kûr û dahûrîn bikim; dikarim çalakiya azadiyê rapelikînim.

Tabî ez polîtîkayê bi rê ve dibim. Di vê mijarê de wek we nikarim terkeserê qeyranê bikim. Ez di bin navê ‘Têkiliya min a taybet de’ nikarim xwe hilweşînim û bûyeran biafirînim. Min, hemû teşeyên têkiliyan, polîtîkayê û heta xebatên leşkerî dame xurtkirinê. Bila li ba dahûrandina her tiştên ku hûn dijîn, binkeya siyasî û leşkerî jî xurt bibe. Pir kêm heval dîqatê vê dikin. Mînak, derket rastê ku azadbûna jinan tevkariya gerîla ye. Pêşiya artêşbûnê vekirin, çalakiyeke wisa ye ku di cîhanê de pir hindik şoreşan pêk aniye. Min ji vê re wêrekî nîşan da. Min got ‘pêwîst e mirov wêrekî nîşan bide ku wê jin di gerîla de karibe rol bileyize ango di artêşbûnê de karibe cî wergire.’ Lê, min çawa wêrekî nîşan da? Min vê wêrekiyê bi çi ve girêda? Azadiyê ve û bi çalakiya azadiya jinan ve. Niha me hêza şidiyayî ya jinan hindek daye avakirin.

Lê gelek kes hê xwe negihandine vê. Zêde qîmeta vê nizanin, nikarin bibin çare. Ev gelşeke cuda ye, lê serokatî di şênberiya xwe de vê çareser kiriye. Em, di vê mijarê de wêrekî didin partiyê û we hemûyan. Ev, hinekî dîtir we azad dike. Ger ku sehaya serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de biriye, jinan pênase kiriye, azadiyê pênase kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye. Ji ber wê yekê pê tê bawerkirin û ji ber ku bawerî pêk tê, azadîxwaz jî hindek diponijin.

Hûn ê pala xwe bidin vê û hinekî dîtir, li ser azadiyê biponijin. Dîsa li vê derê rêya erzan nîn e. Wê kesayeta we wergir qezenc bike. Wê di aliyekê de bibe siyasî, bibe leşkerî, di aliyê din de jî, wê xwe bigihîne pîroziya hestan û azadiya têkiliyan. Hûn ê, li hember wan bermayên ku we di kevin de jiyaye, bi serkeftin dawî lê bînin û asteke pêşketir bigirin. Heta hûn ê, di vê mijarê de estetîka xwe pêş bixin. Hûn ê vê bi teşeyekê kulîlkbûna şoreşê pêgirê nirxandinê bikin. Bi kurtasî me got, şoreşgerek bi van aliyên xwe ve jî mijul dibe, xwe xurt û temam dike.

Em demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê radikin

Da ku ev gotûbêjên me di taybetmendiya watedar û pêşxistinkar de bin, ya/ê dibêje ‘Ez ê bibim milîtan, di vê de biryarmend im’ divê li vê binêre. Pêwîst e xwe bigihîne hêza birêvebirina vê. Ez, li pratîka we hemûyan ya di bingehê nêzîkatiyên kevneşopî de dinêrim, di teşeyên qeyranan de encaman dertînin. Gelek heval azwerî û hestên xwe yên azadiya jinan ger fersend bibînin wê ber bi rêyên şaş ve biherikin. Dikarin bi serdestiyê ve encam bigirin. Dikare bi serdestiya zilam bibe, bi hestên jinên kole barkirî bibe. Yek jî dikare pir taybet bibe. A herî girîng ku girêdana xwe bi peywirên bingehîn ve nebe, dikare di teşeyekê pir zêde nepixandî de derkeve rastê. Dibe ku aliyê estetîk qet tune be. Dibe ku aliyê civakîkirin, netewîkirin û welatparêzîkirin di plana duyemîn de bimîne. Bi rastî jî hemû hindek wisa çêdibin.

Tabî em, li hember van rexnedar in. Em, ji têkiliyên wisa re di nava partiyê de, îcar di nava artêşê de zêde cî nadin. Rast tev li bibin û azad bibin. Bi azadbûyînê ve têkiliyên watedar dikarin bên pêşxistin. Lê ev çendî zor e, çi çalakiyeke mezin bi xwe re pêwîst dike aşkera ye. Niha tê zanîn, gelek hevalên me vê sehaya têkiliya azad înkar dikin, dapaçîn dikin, fersend nadin azweriyên pîroz, hinekî din jî averê dikin. Ev hemû zêde watedar nîn in. Ez çalakiya xwe didomînim. Jinên ku bi xwe bawer in, helbet em ê fersendê bidin. Her ku em dixwazin hewqas hevgirtî bimînin, hingê em ê cî bidin azadiya jinan. Bila pala xwe bidin zemîneke azad û xwe bigihînin derbirîneke azad û xwe bigihînin derfeteke çêtirdîtina azad. Lê zewacên erzan, hestiyariyên erzan çespandin, bi ya min pir metirsîdar e. Dixwaze bila bingeh ji jinan bigire, bila ji zilam bigire mijara cî nedayîna vê bi hostatî pêşxistin girîng e. Ev, herî zêde xwedî şensê ji tevgera azadiya jinan re zemîn û rêyekê wergirtin e.

Di vê mijarê de bi taybetî hûn ê hinekî din bifirkirin. Dê ji azadiya we re baweriya we pêş bikeve. Hûn ê, hem pênasekirina xwe de, hem di meşandina xwe de hêz qezenc bikin. Ev, helbet wê we ber bi helwestên xurt; li hember serdestiya zilam dibe, li hember ketîbûna jinan dibe, we bîne şûngeheke xurt. Wê hingê wate û girîngiya têkiliyên li ser vê bingehê hebe.

Di gelala romanê de ev, di teşeyê serê gelş de hatiye xwestin ku bê dayîn. Dîsa di dahûrînan de, derbarê vê mijarê de serê gelşan hene. Ger binke nikare binirxîne, ev bêberpirsiyariya wan e. Di vê mijarê de, ji baldarî û hêza nirxandina berfirehî ya serok pêmen e.

D: Serokê min, bi taybetî ew seha ku em jê hatine çemka azadiyê tam nehatiye têgihîştin. Em jî tênegihîştibûn. Mînak, li ser navê azadiyê, li ser navê viyana azad ji zayenda dijber re bi temamî bertek raberkirin û redkirin hebû. Nêzîkatiyên bi vê şêweyê hebûn.

S.P: Erê, di hinekan de redkirin heye. Lê bele, ji vê redkirinê şûnde ku fersend bibîne zevtkirin û gotina ‘Tu hebûniyeke zayendî ya bêteşe yî, ez ê te wisa bi kar bînim’ heye. Di bin wê de durûtiyek heye. Pêwîst e bê dîqatkirin. Yê/a herî zêde red dike, ew qas dikare bibe xeternak. Pêwîst e, ew têkiliya seranser û şêwaza têkiliyên ku bi hêsanî tên pejirandin, zêde neyê bawerkirin. Pêwîst e mijar di kûrahiya çawa ku me pêkaniye de bê destgirtin. Pêwîst e hindek puxte bê destgirtin. Bi taybetî qismê jinan, divê qismê zilam baş nas bike. Niha bi vê rewşê ji we hemûyan re bê hiştin, têkilîyên ku hûn pêş bixin dê bi seqetiyan ve dagirtîbin. Ji ber ku her kesê dibêje ‘Ez PKK’yî me’ weke mirovan dihesibînin. Dema ku hûn dikevin nava têkiliyê jî, hûn diqedin, mahf dibin. Ezmûneya min pir net danî rastê ku rewş ne wisa ye. Ezmûne ya mezin, têkoşîna mezin heye. Pêdiviya we ya kûrbûn, ponijandin û azadiyê pir alî fêmkirin heye. Vê yekê gav bi gav di nava partiyê de bidin sepandin. Pêwîst e hûn vê yekê hindek bi hostayî çêbikin.

Ma li hember zayendîtiyê bertek, naxêr! Min zayendîtiyê jî di vê mijarê de hindek gihandiye raveyê. Ez, hê jî hendazetiyeke mezin nîşan didim, da ku demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê rabikim. Hema her roj dikarim bibêjim, keça ku dibêje ‘Ez, ez im!’ jî, taybetmendiya wê ya zayendîtiyê di bingehê mulkiyetê de pêşwazîkirin bi giranî ye ango di wateya zewqa bêteşe de dikeve nava nêzîkatiyê. Bi ya min her du jî hev û din temam dikin. Yek ber bi bûyera fahîşetiyê ve dibe, ya din jî xwe bi hûrhûrîkirin dibe çil awayî firotinê. Min jî di ezmûneya xwe de vê di nêzîkatiya aliyê dijber de hindek dît; zayendiya xwe tam temam firotin. Di bingeh de rûyekê din ê vê fahîşetî ye. A di hundirê civakê de bi belavî tê jiyandin, mînakeke vê ye, yanî wek mulkiyetekî baş dîtin û firotin. Teşeyekê firotina ku aşkera bûye fahîşetî ye, ya din jî tenê bi zewacê pêk hatiye. Dibe ku zewacê wek damezrakeke fahîşetiyê nanirxînim; ev ê şaş bê fêmkirin, nikare bê rakirin û min têxe rewşeke zor, lê zewac ez dikarim bibêjim ku fahîşetiya dumend e. A li derezewacê ye jî, fahîşetiya giştî ye.

Di bingeh de pêwîstî heye hem fahîşetiya giştî hem jî fahîşetiya dumendî bê vekirin. Di bingehê vê de gihandina hezkirina mezin dikare pêk were. Ev jî pêdiviya çalaktiya şoreşgerî ya mezin û hêza ramanê bi xwe re pêwîst dike. Kesayetên ku pir ne xurt in, nikarin vê bigirin. Di vê nirxandinê de hezkirin, weke baweriyeke mezin û bi hêzê ve girêdayî ji rastê re hatiye daxistin. Ger ku bibe, ev tiştên ku min jimartine, dibe ku bên derbaskirin. Li tîpên herî qirase binêrin, dema dikevin nav damezraka malbatê, bi rastî jî piştî yek-du salan ji fahîşetiyê re rê vedikin. Çavê jinan jî, zilaman jî li derve ye. Jin jî hezar caran dixapîne, zilam jî hezar caran dixapîne. Ev fahîşetiya dumendî nîn e, ma çi ye? Heta niha jî bêrî û hesreta min a herî mezin di van mijaran de derbaskirina fahîşetiyê ye. Tabî ez nikarim durûtiya alîgiran tebat bikim. Yanî heya niha jî hindek baweriya min bi min heye. Ez hê jî li pey mezinbûnê me, li pey hezkirinê me, li pey xurtkirinê me. Lê têgihîştina piranî hevalan di asta têgînan de jî di rewşeke pir paş de ye. Gelek zilam, gelek jin bi rengekî rast nêzîkê pênasa kar nabin. Lê dîsa jî şoreş hêvî ye, hêvî jî ber bi pêşketinên mezin ve dibe. Çareseriya erzan nîn e.

Bi kurtasî, nêzîkatiya zayendî ya bêteşe bi rastî jî bêrêzdarî dike. Ez nikarim vê bi kesayetiya xwe re bidim pejirandin. Zewaceke wisa bibe, têkiliyeke taybet wisa bibe, têkiliya hesteke wisa bibe, ez jê re girtî me. Di bingehê de hişyar bin, ez ji jinan re eleqeyeke bilind raber dikim û dixwazim wan bilind bikim. Di vê mijarê de jiyaneke pir cuda dixwazim derbasî şênberiyê bikim û ez bawer im ku li qada navneteweyî jî hindek zor û bandorê dame çêkirin. Lê heya niha jî weke peywireke rişt dibînim. Ev pirsgirêk ne bi înkarokiyê, ne bi hişkatiyê, ne bi serdestiya zilam, ne jî bi çemka erzanî ya ‘pêdiviya min heye’ tê çareserkirin. Ger ku îro li hember dijmin min derbe nexwaribe, ji ber ku min li hember jinan derbe nexwariye û di vê mijarê de ez bi serkeftin bûme. Heke ku ewqas jinên azad li dora min dicivin, ji ber hin tiştên ku ez bidim van hene. Heke ku ez, bi qasî çi zilamê ku nikaribe, tevgera jinan dimeşînim, ev ji ber wê hêza ku ez gihîştimê wisa ye. Di bingehê rêxistinê de jî, şoreş heye, azadî heye. Nexwe çima ez wisa me? Çima yên din ne wisa ne? Min, li kesan zorê kirinê, bi hêza rêxistinê û bi hêza otorîteyê jî kesî neanime. Kûrkirina tevgereke azadiyê mijara gotinê ye. Ger ku pêwendîdariya we jê re hebe, hûn ê hewl bidin ji bo rê wergirtinê.

D: Serokê min, bandorkirina vê tevgerê li ser KT’yê jî mijara gotinê ye. Bi taybetî bûna serokwezîr a Tansu Çîller encamê ji me bandorbûnê ye.

S.P: Tabî, KT li hember tevgera me ya jinên azad, ji jor de bi Tansu Çîller bersiv daye. Ew jî di kesayetiya Tansu Çîller de dixwaze jinan bikişîne sehaya serokatiya dij-şoreşê. Bi rastî jî dema ku çû Kurdistanê û gelek jinan kişand sehaya perwerdehiya xwe, ev yek bi vê ve pêwendîdar e. Dîrekt bi bandora me Tansu Çîller derket rastê. Jixwe di kongreya DYP’ê de binketina qismê zilam weke encamekê çalakiya me bû. Yek jî pêşketina azadiya jinan, Tirkiyeyê wêrekdar kiriye. Bêtir jî heye; gotûbêja mezin a rewşenbîran di bingehê van dahûrînan de ye. Bandorbûna tevgera azadiya jinan a li Tirkiyeyê jî bi şîdet e. Ev teyisandina xwe dide organên çapemeniyê jî. Lê bi rengekî çelexwarî, bi rengekî ji puxteyê vala derxistin çêdikin. Ji bo ku dij-şoreşê re ango jiyaneke ketûber re xizmet bike, vê bi kar tînin. Ew gelşekî cuda ye. Lê aşkereya ku pir bandordar e.

Divê mirov wêrek be. Bi misogerî qasî bastûra vaceka saxlem, bi hêza hêstên peşketî rasteqîna bingehîn a ku ji şer qut nebûye dîtin, va di bingehê welatparêzî, dîrok, gel, partîbûyîn, rêxistinbûyîn de bêyî ku berevajîketina berxwedêriya jiyana rojane ya şoreşgerî, pêşxistina hêza hest û hezkirinê girîng e. Tabî dîsa divê ku yên dixwazin çelexwarî bikin bên dîtin. Di yekemîn de jin, hindek wêrek dibin, azad dibin lê gelek zilam ango çemkên serdestiya zilam hene ku dixwazin vê bi kar bînin. Ji ber ku hûn zêde ne polîtîk in, di vê mijarê de we xwe zêde negihandiye hêçandinê, ev yek dibe sedem ku hûn qels bimînin û gelek xeletiyan re rê vebikin.

Bi kurtasî, hûn ê pejnker nêzîkî perwerdehiya xwe bibin, ji bo pêşketin û veguherîna kesayetiyê hûn ê qîmeteke bilind bidinê û zemîna partiyê zêde zêde binirxînin. Hûn ê li ber çav re borandinan her tim bikin, bermayan biavêjin. Hûnê nûbûniyan li ser xwe kamil bikin û bizanin ku bi bendêmayîn û hesretên erzan ev kar pêş ve naçe. Ev dikarin we pêş ve bibin. Dikarin tîpê milîtana azad ê jinan û di asta azadbûna tevgera jinan pêş de bibin. Bi girêdana şoreşa giştî ve, li ba peywirên we yên pêşketinê, dikarim bibêjim ku peywireke we yê din jî wisa heye. Yanî ez hizir nakim ku yên pir aliyan ve nikarin wate bidin azadiya jinan, tevkariyekê bidin partîbûyîn û şerkirinê ango dihizim ku wê di vê mijarê de kêm bimînin. Ger hûn bi xwe bawer bin, hûn dikarin a herî pîroz bibînin, bibihîsin û pevrebûyînê li ser zemînekê rasteqînî bidin rûniştandin. Hûn dikarin vê, bi îdîaya xwe ve girêdayî, bi azweriya xwe ve girêdayî, bi bengîniya xwe ve girêdayî, bi şoreşgeriya xwe ve girêdayî pêk bînin. Lê dema hûn vê nekin, ketina qeyranên erzan, afirandina astengan û di vê de pêkolîkirin jî, felişandinerî ye. Ger zêde bê heterkirin, wê ji vê re bê gotin ‘astengkirin’ û were avêtin. Bêyî bikevin van rewşên wisa, ger zor be jî hûn ê xwe bidin rêya pîrozbûnê.

Niha rasteriya serokatiya PKK’ê wisa ye. Ji bo pêşvebirinê, bi xwesteka mezin tevlibûn raber kirin, xwedîbûna meşa azadiyê ya pir baldar û pejnker, babetek e ku em tim li ber çavên xwe digirin. Serokatiya tevgerê di vî bingehî de meşa xwe xurtir dike û hewl dide ku vê ji hemû binke û gel re bike mal. Bi vê wateyê, em nikarin xwesteka ku dixwaze meşa serkeftinê xurtir bike paşçav bikin.

Xebata me ya îro ji vê xebatê re hindek kûrahî da qezenckirin. Em ê bixwazin ku bêtir bi şênberî guhdar bikin. Xwe di ber çavan re biborînin û pirs pêşxistinê berfirehî bikin. Bersiv bila misoger, encam wergirtî û bi taybetî jî di çonayetiya xizmeta perwerde û pratîkê de be. Di rabirdûyê de çi bûye bila bibe, wire û xîreta pêkanîna xwe neşikînin. Ez dihizirim ku bi desteka me hûn ê karibin derketinên pêşketî çêbikin. Bi vê teşeyê layiqbûna bîranîna Berîtan (Gulnaz KARADAŞ) dikare pêk were.

*23’yê Tirmeha 1993’yan

Nûçeyên Têkildar