Li Kurdistanê bi rojane bênavber baran dibare û gelek deveran dibe sedema lehiyan û ziyanê dide welatiyan. Nemaze li rojhilatê Kurdistanê ji ber lehiyan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û malên welatiyan xirab bûn.
Li bakurê Kurdistanê jî barana zêde dibe sedema lehiyan. Li gundê Kibris ya navçeya Farqîna Amedê lehî rabû û bû sedema metirsiyan. Ev dîmen li gundê Kibrisê hatiye kişandin. AMED