PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Li Kurdistanê tecawiz bûye metodeke şer’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Colemêrgê bal kişand ser tacîz û tecawiza ku hêzên dewletê pêk tîne û got ku tecawiz wekî metodeke şer tê bikaranîn

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî taciz û tecawizên li zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran tên kirin û zorê li wan dikin ku bi zilamên cuda re bikevin têkiliyên zayendî, daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka meclise Ayşe Acar Başaran, parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn, Hevserokên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên ÎHD û Hevseroka OHD’ê Harîka Gunay Karataş beşdarî daxuyaniyê bûn.

Parlamenterên HDP’ê berî daxuyaniyê bi gel re kom bûn û dûre bi jinên bajêr re dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin û ber bi avahiya partiyê ve meşiyan. Jinan piştî meşê, li ber avahiya partiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Başaran di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî ablûkeya polîsan da.

Erdnîgariya kurd veguheriye amûra şer

Başaran diyar kir ku tecawiz li Colemêrgê mîna her deverê erdnîgariya kurd veguheriye amûra şer û wiha got: “Hêzên ewlekariyê xort û keçên ciwan ji bo têkiliya zayendî didin zorê. Çete derketine holê û ev dera ku çete lê dimînin ên îro li dora me ne ku dixwazin pêşiya daxuyaniya me bigirin. Ev demek dirêj li Kurdistanê, polîtîkayek qirêj li dijî jinên kurd tê birêvebirin. Tecawiz weke metoda şer didomînin. Li navçeya Geverê, du jinan di kafeyekê de serxweş dikin, vîdeoyên wan dikêşin û dûre bi zorê wan dixin nava karên qirêj. Ev polîtîkayên şer û karên qirêj ên li Geverê tên birêvebirin, di heman demê de li Dêrsim, Êlih, Cizîr û qadên Tevgera Jinên Azad lê bi rêxistinkiriye, pêk tînin. ”

Bang li ciwanan kir

Başaran bang li ciwan û jinên li bajêr dijîn kir û wiha got: “Werin xwe di bin banê Meclisa Jinan a HDP’ê de birêxistin bikin. Rêya herî girîng a li dijî van polîtîkayên şer û êrîşan, xwebirêxistinkirin e. Dixwazin gelê me bikin amûrê sûcên xwe. Li dijî van sûcan bertekên xwe nîşan bidin. Werin em hemû bi hev re li dijî van polîtîkayên qirêj têkoşîna xwe mezin bikin. Baweriya me bi gelê me yê Colemêrg û Geverê heye. Gelê me bi dehan car rastî van pêkanînan hat lê bi têkoşînê her tim bi ser ket.”

Daxuyanî piştî axaftinê, bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar