PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Li Lîbyayê êrîşa hewayî: 40 koçber hatin kuştin

Li navendeke koçberan a li nêzî paytexta Lîbya Trablûsê êrîşeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 40 koçberan jiyana xwe ji dest dane, 80 kes jî birîndar bûne

Li navenda koçberan a li Tajurayê ku nêzî paytexta Lîbyayê Trablûsê êrîşeke hewayî pêk hat. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên herêmî, ji ber êrîşa hewayî 40 koçber mirine û 80 jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa hewayî li xwe negirtiye, lê belê general Halîfe Haftar berpirsyar tê nîşandan ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike û hewl dide Trablûsê jî werbigire.

Li Tajurayê tevî navenda koçberan her wiha gelek kampên leşkerî yên hêzên tifaqa bi hikûmeta yekitiya neteweyî re tevdigerin hene.

Buroya Lîbyayê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji ber vê êrîşê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir ku divê sîvîl tu carî nebin hedef.

Koçberên li Lîbyayê di navbera hikûmeta yekitiya neteweyî ya ku bi giranî ji komên îslamî pêk tê û Neteweyên Yekbûyî nas dike û welatên Ewropayê de mexdûr in. Li gorî peymanên di navbera her du aliyan de hatine amadekirin koçberên li deryayê tên zevtkirin li Lîbyayê tên vegerandin. Di çarçoveya peymanan de Lîbya jî koçberan li xaka xwe dihêle. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku peyman li derveyî mirovahiyê ye. Beriya niha gelek dîmen hatin weşandin ku nîşan didan penaber û koçber di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê tên hiştin û mîna koleyan tên firotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar