Li Licê di serdegirtina malan de 2 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û piştre hatin girtin
Leşkeran li navçeya Licê ya Amedê, bi ser malekê de girtin, welatiyên navê C.T. û F.A. bin çav kirin. Leşkeran her du kes birin Qereqola Cendirmeyan a Licê û piştî îfadeyên wan ji girtinê sewqî edliyê kirin. 2 kesên îfade dan dozger sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê. AMED