Li gorî agahiyan li Licêya Amedê welatiya bi navê Nazan Zengîr a ducanî di 16’ê kanûnê de bi zarokê xwe yê 2 salî re hat binçavkirin.
Ji bo binçavkirina Zengîr cezayê misogerbûyî yê ji dosyayeke sala 2014’an weke hincet hat nîşandan.
Zengîr a ku hat girtin, xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê. Hat ragihandin ku Zengîr a ducanî tevî zarokê xwe yê 2 salî hatiye girtin. AMED