Li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê leşkerên artêşa tirk derketin operasyonê
Li navçeya Lice ya Amedê ku bê navber leşkerên artêşa tirk bi fermana walîtiyê operasyonan pêk tîne, derketina derve li welatiyan qedexe dikin. Leşkerên tirk vê carê jî di saetên serê sibê de li gundê Pêçarê yê Licê derketine operasyonê. Gundiyan destnîşan kir ku leşker bi helîkopteran sewqî herêmê hatine kirin. Her wiha welatiyan destnîşan kir ku beriya leşker derkevin operasyonê, helîkopteran herêm bombe kirine. Li gorî agahiyên dawî operasyona leşkerî didome, liv û tevgera helîkopteran jî hêj berdewam dike. AMED