Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin bi kombûneke ciwanan dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Beriya niha li Swîsre, almanya, Fransa û Yewnanistanê jî kampanyayên bi heman rengî hatibûn destpêkirin.
Êvara 15’ê çileyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariyeke girseyî kombûnek hat lidarxistin.
Di vê kombûnê de ku di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ pêk hat, destpêkê nîqaş li ser pêvajoya siyasî hat kirin.
Di vê kombûnê de ji bo PKK ji ‘lîsteyên rêxistinên terorê’ bê derxistin, îmze hatin komkirin. LONDON