Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Lozanê Meşa Azadiyê bi coşeke mezin destpê kir

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN Meşa dirêj li bajarê Lozanê destpê kir.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) li bajarê Lozan ê Swîsreyê, danê sibehê meşa dirêj destpê kir.

Li ser navê TCŞ’ê metna çapemeniyê ya Fransî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîr xistin û ev tişt hat gotin, “Divê ciwanên Kurdistanê her roj li qadan bin.”

Li ser navê YJK-S’ê Selman Surme di daxuyaniyê de axivî û çalakiya ciwanan silav kir. Surme banga mezinkirina berxwedanê kir û got, “Îro weke ciwan û jinên kurd em li vir kom bûne. Serdema duyemîna a pêngavê destpê kir. Piştî 1’ê Îlonê hem rêxistinê ciwan hem jî ya jinan wê bi awayekî rêxistinî dest bi pêvajoya çalakiya bikin. Armanca van çalakiyan ew ê azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê be. Em ê îro ji vir ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin û hesab bipirsin: Em çima ji Rêbertiya xwe agahî nagirin? Em sedema vê pirse dizanin jixwe. Yekane sedema vê yekê, felsefe û berxwedana Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo ya ji bo mirovahiya azad e. Cîhan tev jî dizane ku sedema tecrîdê tenê, paradigmaya Rêbertî ye. Di vê noqteyê de çi dibe bila bibe em ê têbikoşin û di vê şerê hebûn û nebûnê de, em ê teqez bi ser bikevin. Divê hemû sazî û dewletên berpirsyar baş bizanibin ku Rêberê me azad e û em ê bi berxwedana xwe azadiya wî ya fizîkî mîsoger bikin!”

Meşa ku wê bi qasî 8 kîlometreyan dewam bike, wê piştre bi mîtîngeke li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li navenda bajarê Cenevreyê bi dawî bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar