Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Lubnanê qanûna nû ya li dijî destavêtin û tundiya li jinan

Parlamenta Lubnanê, li dijî destdirêjî û tundiya li nava malê tedbîrên nû yên ji bo parastina jinê qebûl kir. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku ev tedbîr kêm in û nerazîbûn nîşan dan

Parlamentoya Lubnanê, li destdirêjî û tundiya li nava malê tedbîrên nû yên ji bo parastina jinan qebûl kir. Li gorî qanûna nû ku ji aliyê parlamenteran ve hate qebûlkirin, di serî de li kargehan, destdirêjî weke sûc tê dîtin û cezayê pereyan û heta cezayê girtîgehê yê 2 salan li kiryar tê birîn.

Ev qanûn li Lubnanê qanûna destpêkê ya li ser mijarê ye.

Komîsyona Neteweyî ya Jinan a lubnanî ragihand ku metna qanûnê “parastinê misoger dike û mexdûr diparêze.”

Ji rêxistina civakî ya bi navê Legal Agenda ku karê hiqûqî dimeşîne Karîm Nammûr diyar kir ku di hin aliyan de qanûn têrker nîne û wiha got: “Ev tê wê wateyê; doz wê cemawerî be, wê biçe ber destê polîsan û dozgerên lêpirsînê. Piştre jî wê biçe ber destê dadgeran. Ev yek astengî ye; ji bo gilîkirinê, teşwîqê nake.”

Nammûr diyar kir ku di qanûnê de tê gotin “destavêtin û encamê wê divê bên îspatkirin” û got ku diviya bû bihata xwestin ku bersûc îspat bike ku tiştek nekiriye.

Koordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lubnanê Jan Kubîs li ser twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku ev qanûn ji bo xurtkirina mafên jinê û mafên mirovan, gaveke pêşketî ye.

Ji parêzerên organîzasyona femînîst KAFA’yê Leyla Awada ji AFP’ê re axivî û anî ziman ku roja duşemê li parlamentoyê xalek têkildarî tundiya li nava malbatê hatiye qebûlkirin û ragihandin ku ev xal ‘divê tundiya aborî û psîkolojîk bê cezakirin’ li qanûnê bi cih kiriye.

Tedbîrên ku hatine qebûlkirin destavêtina di dema zewacê de sûc nabîne. Rêxistinên civakî bi salan e dixwazin ku destavêtin, destdirêjî û tundî weke sûc bê dîtin.

Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) pispora Lubnanê Aya Majzûb wiha got: “Zewicandina bi mexdûr re divê yekî ji mehkûmiyeta ji ber sûcê destavêtinê neparêze.” BEYRÛD

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar