Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Macaristanê konferansa Rojava

Li Macaristanê 10'ê kanûnê bi navê 'Ji Rojava heta Washîngtonê şoreş' dê konferanseke berfireh li ser onlîneyê pêk bê

Navenda Nûçeyan

Di 10’ê kanûnê de li Macaristanê saet di navbera 10.00 û 20.30’an de li ser înternetê wê konferansek ji bo Rojava pêk bê. Di konferansê de şoreşa Rojava û projeya wê bê vegotin ku rejîma Erdogan êrîşê dibe ser.

Şoreşa Rojava ku weke projeyeke civakî ya çepgir û femînîst a li dijî kapîtalîzmê û baviksalariyê tê dayîn, weke ‘halê hazir alternatîfa herî xurt a çepgir û dij-kapîtalîst e’, tê nirxandin.

Li gorî pêşkêşkirina bernameyê di konferansê de hem ev şoreş û hem jî rewşa berdest a herêmê were pênasekirin, analîzkirin, hem jî dê pêla şoreşê ku projeya Rojava rê lê vekiriye were destnîşankirin.

Bi vê çarçoweyê dê tevgerên girseyî û şoreşgerî yên van salên dawî li Sûdan, Şilî, Îran, Cezayîr, Fransa, Haîtî û Libnanê were nirxandin.

Sernavên konferansê: Îdeolojî û siyaseta Rojava, rewşa siyasî ya rojane, paradîgmaya Rojava ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojava û guherîna avûhewayê, jinên kurd, konfederalîzma demokratîk, jineolojî, ekolojiya civakî û teoriya femînîst, krîza global û pêla serdema nû, li DYE’yê tevgerên anarşîst, ji Îranê heta Şiliyê tevgerên civakî, Ewropaya rojhilat û şaredarî, li YE’yê bi asta şaredariyê de lîveyên avakirina polîtîkayan, krîza Belarûsê, çima sosyalîzm, li Rojava konfederalîzma demokratîk.

Bernameya konferansê ya ku wê bi zimanê macarî û îngilîzî parastin bê kirin, bi vê armancê malpera Facebook hate avakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar