Navenda Nûçeyan
Li bajarên Boûlkessy û Mondoro yên Maliyê li dijî du bendên leşkerî êrîş pêk hatin. Êrîş roja yekşemê destê sibehê hat kirin û herî kêm 6 leşker mirin.
Li gorî daxuyaniya artêşê di van êrîşan de 18 leşker birîndar bûn lê tê diyarkirin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li gorî daxuyaniyê yekîneyên artêşê jî li êrîşkaran dane û 30 ‘terorîst’ hatine kuştin. Agahî nehate dayîn ku ev êrîş ji aliyê kîjan komê ve pêk hatiye.