Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Marmarayê kampanyaya TJA’yê

Kampanyaya ‘Em Xwe Diparêzin’ a Tevgera Jina Azad (TJA) ku ji bo 4 mehan li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, taciz, tecawiz, êrîşên li ser zimanê zilamî û baweriyan dabû destpêkirin li gelek navendan didome. Kampanya di 15’ê Îlonê de li Amedê dest pê kiribû û niha xebatên atolyeyî yên merheleya ewil a kampanyayê li gelek bajaran temam bûn.

Aktivîsa TJA’yê Pinar Kandal der barê xebatên li Herêma Marmayayê de axivî.

‘Em xwe diparêzin’

Kandal bal kişand ser armanca kampanyayê û got ku ji ber ku li ser jinê her diçe zext û zorî, tundî û êrîş zêde dibin pêdivî bi kampanyayeke bi vî rengî çêbûye. Kandal destnîşan kir ku bi kampanyayê li ser divê jin xwe çawa biparêzin hûr bûne û wiha domand: “Li seranserê cîhanê pergaleke mêrî heye. Ev pergal ewilî hewl dide jinan bêdeng bike. Em her roj tên kuştin, bi tecawizê re rû bi rû dimînin. Li dijî vê ji xeynî xweparastinê tu vebijêrkek me tuneye.”

Di axaftina xwe de Kandal destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê hewl dide di ser jinan re civakê çavtirsandî bike, li gor feraseteke xwe tîpeke jinê ava dikin û da zanîn ku li dijî vê jî jin her roj dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin û wiha pêde çû: “Haya me ji êrîşan heye. Em xwe diparêzin. Êrîş piranî wekî tiştekî fizîkî tê fêmkirin. Lê belê ev ne rast e. Belê divê parastineke fizîkî hebe lê divê ev yek wekî ‘Ez çi qasî xwe îfade dikim. Ez çi qasî bi mafê xwe dizanim. Ez çi qasî xwe diparêzim’ esas bê girtin. Em jî bi vî rengî esas digirin. Û em bi vî awayî xwe digihînin jinan.”

Parastin

Kandal, anî ziman ku li seranserê cîhanê li dijî êrîşan serwextbûyîneke muazem heye û got: “Ev liberrabûn, ewilî di warê fikrî de xweparastin e. Xweparastin bi awayekî fikrî dest pê dike. Her wiha xweparastin, xwedîderketina li xwe jî bi tenê bi kêr nayê. Divê ev xweparastin bibe tiştekî civakiyî. Divê jin vê yekê birêxistinbûyînê û wêrekiyê bikin. Li seranserê cîhanê niha têkoşîna jinê parastineke civakiyî ye. Divê ev sedsal ber bi parastineke civakiyî ve biçe. Ji lewra herî zêde jin bi êrîşan re rû bi rû dimînin.”

‘Em ê bi hev re azad bibin’

Kandal der barê rewşa kampanyayê de jî anî ziman ku merheleya ewil a kampanyayê xebatên atolyeyê bûn û ev xebatl li gelek herêman temam bûne û ev tişt anî ziman: “Atolye ne li ser asasê hînkirin û hînkariyê bûn, bi piranî li ser asasê rûbirûbûyînê bûn. Tecawiz, cinayetên jinan zêde dibin. Lê ligel van tiştan em ê çawa xwe biparêzin? Me ev yek niqaş kir. Di vir de me hem der barê xwe de hem jî der barê mêran de dîtina zayendîparêzi derxist hol. Gava mêr bi vê re rû bi rû man, nerihet bûn. Wekî hinekî li dîwrê qelibîbin. Hevrûbûyîn çêbû, xwelêpirsîn dest pê kir. Ev baş bû. Divê xebatên bi vî rengî bidomin. Em ê bi lêpirsînê vê yekê bikin. Em bi hev re azad bibin, wekî din tu çareyek tuneye.”

 Asta duyemîn a kampanyayê

Kandal da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de îjar panel, forûm, çalakiyên kuçeyan, hevdîtinên jinan û çalakiyên tevlihev li dar bixin, nexasim jî eleqeya ji bo atolyeyên tevlihev zêde bûye.

Di berdewamê de Kandal destnîşan kir ku bi kampanyayê dixwazin bala civakê bikişînin û wan ber bi fikrandinê ve sewq bikin û wiha got: “Çi tê serê jinan? Divê jin xwe çawa biparêzin? Em dixwazin vê yekê ragihînin civakê. Di demên dawî de tecawiz zêde bûne. Ev ne tiştekî rasthatinî ye. Ev îşaret bi serdemek cuda dike. Civak jî refleks hiştine. Ev ne tiştine rasthatinî ne. Pêvajoya nû, rêbazeke civakî, siyasî û derûnî ye. Divê ev tişt baş bên dîtin.”

Kandal diyar kir ku bertekên ji bo kampanyayê baş in û ev tişt anî ziman: “A rast em dixwazin pencereyê vekin û civaka bê nefes hatiye hiştin bêhnê bistîne. Lewma hem jin hem jî mêr bi awayekî erênî nêzî vê kampanyayê dibin.”

Her wiha Kandal bang li tevahiya jinan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar