Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Marsê av ji texmînan zûtir dûkelî dibe

Zanyarên ESA û Roscosmosê yên ku di lêkolîna hevpar a Marsê de cih girtin diyar kirin ku ava wê ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Zanyaran destnîşan kir ku ev li pêşiya mirovan ne asteng e ku mirovan bişînin Marsê

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayê ya Rûs (Roscosmos) ji bo lêkolîna atmosfera Marsê di sala 2016’an de bi hev re seyareyeke fezayî ya bi navê Trance Gas Orbîterê şandibûn. Daneyên vê seyareyê di rojnameya The Îndependentê hatin weşandin.

Li gorî zanyarên tev li lêkolînê bûn, li Marsê ku wextekê gelekî av lê hebû, ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Ava ku weke nîşaneya îxtîmala jiyanê ya li ‘gerstêrka sor’ tê nîşandan, tê îdiakirin ku ji ber transformasyona li Rojê zû dûkelî bûye.

Li gorî pisporên ji rojnameyê re axivîn, dema ku Roj molekulan vediguherîne atomên hîdrojen û oksîjenê ev yek dibe sedem ku ava li gerstêrkê zûtir dûkelî bibe. Ji ber ku hêza kişandina ber bi xwe ve ya gerstêrkê têrker nîne, hingî av li fezayê winda dibe.

Bi dehan sal in ku lêkolîn tê kirin ku av û jiyan li Marsê heye yan na. Tê gotin ku dûkelîbûna ava li Marsê dê bi milyonan salî dewam bike. Pispor dibêjin, ev nayê wê wateyê ku heta mirovan xwe gihandin Marsê dê av biqede.

Pispor her wiha destnîşan dikin ku nerast e projeya NASA’yê ya ji bo şandina mirovan ji Marsê re bibe mijara nîqaşê. Lêkolînerê fransayî Franck Montmessîn ji Îndependentê re axivî û diyar kir ku divê planên xwegihandina mirovan di vê sedsalê de ya li Marsê bê neyê nîqaşkirin. Montmessîn destnîşan kir ku dûkelîbûna avê li Marsê li gorî demsalan e û ev yek bi taybetî li cemserên Marsê di dema zêdebûna tîrêjên Rojê de bêhtir dibe.

Li gorî daxuyaniya NASA’yê projeya şandina mirovan ji bo Marsê dê di nava 10 salên bê de zelal bibe. Li gorî daxuyaniyên heta niha, beriya demeke dirêj li ser rûyê Marsê gol û çem hebûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar