Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Li Meletî pirsgirêkên mezin li benda me ne’

Hevserokê Şaxa SES'ê ya Meletiyê Veysî Apak diyar kir ku rakirin û rêtina kavilan bêyî tenduristiya welatiyan esas bê girtin tê kirin û îşaret bi nexweşiyên muhtemel kir.

Bandora erdhejên 6’ê sibatê hê jî berdewam dike. Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, ji aliyekî vê kavil tên rakirin û ji aliyê din ve jî avahiyên ku xesar dîtine tên hilweşandin. Lê ji ber ku rakirina kavilan û xerakirina avahiyên xesardîtî bi rêbazên zanistî nayên kirin, toza wan li nava bajêr belav dibe û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Ji aliyê din ve jî kavilên ku tên rakirin, li goristana bajêr a li navçeya Yeşîlyûrtê û li navçeya Wêranşarê tên rêtin û ev jî rê li ber nexweşiyan vedike û zerarê dide xwezayê. Her wiha mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Pirsgirêka sereke ya li konan paqijî ye. Li Meletiyê piştî erdhejê av qirêj bû û çendî zêdetirî 2 meh di ser erdhejê re derbasbûne, hê jî ava paqij li Meletiyê tune ye. Nebûna ava paqij, herî pir bandorê li ser mexdûrên erdhejê yên di konan de dike. Ji ber ku şert û mercên mexdûrên erdhejê nayên başkirin û kavil li gor qaîdeyên zanistê nayên rêtin, gelê Meletiyê bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ye.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Meletiyê Veysî Apak têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Apak diyar kir ku gelek xetereyên di warê tenduristiyê de li benda Meletiyê ne.

‘Toza kavilan rê li ber nexweşiyan vedike’

Apak bi lêv kir ku ew jî weke kedkarên tendûristiyê di şert û mercên zehmet de neçarî xebatê hatine hiştin û heqê wan jî nehatiye dayin. Apak der barê xetereyên tendûristiyê yên ji ber hilweşandina avahiyên xesardîtî û rakirina kavilan de jî ev tişt anîn ziman: “Kavil dema tên rakirin toz û dûmana wan li nava bajêr belav dibe. Toza betonê ji bo tenduristiya mirovan dibe sedema xetereyan. Ji ber ku dema moloz tên rakirin av nayê reşandin, toz û dûman belav dibe. Berî ku kavil bên rakirin, divê bên avdan. Ew toz rê li ber nexweşiyên weke pênceşêrê vêdike. Bi taybetî jî di warê tenduristiya zarokan de dibe cihê xetereyên mezin.”

Moloz li çend cihê diyarkirî tên rêtin

Apak di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kavilên ku li nava bajêr tên rêtin û xetereya wan a ji bo tendûritiyê û wiha got: “Çend herêm hilbijartine û kavilan li wan deran vala dikin. Ew kavil jî hem ji bo tenduristiyê hem jî ji bo xwezayê dibin cihê pirsgirêkên mezin. Goristana bajêr a li navçeya Yeşilyûrtê ku kavil li wir tên rêtin, nêzî navenda bajêr e. Kavilên betonê û hesin di warê xwezayê û tenduristiya mirovan de dibin sedema xetereyên mezin. Ji ber wê jî cihê ku kavil lê tên rêtin qet cihekî baş nîne. Kavill, dibin sedema nexweşiyên weke asbestê (asbest, dibe sedema nexweşiyên wekî pençeşêrê).

‘Li Meletiyê, pirsgirêka herî mezin av e’

Apak anî ziman ku mexdûrên erdhejê yên li konan dimînin bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne û wiha pê dê çû: “Li Meletiyê piştî erdhejê av şolî bû û tevî ku du meh di ser erdhejê re derbasbûne, hê jî pirsgirêka ava paqij nehatiye çareserkirin. Li Meletiyê, pirsgirêka herî mezin av e. Ji ber ku mirov nikarin avê peyde bikin û ji ber ku ava vexwarinê bi dest wan nakeve, ji bêgavî ava qirêj bi kar tînin. Ev jî dibe sedema nexweşiyan. Bi taybetî jî nexweşîna emelçûyînê li Meletiyê zêde bûye. Her wiha em rastî nexweşiyên wekî yên made û dilçûyînê jî tên. Hêviya me ew e ku demildest pirsgirêka ava paqij bê çareserkirin. Ji aliyê din vê jî welatiyên ku di konan de dimînin, deverên wekî tuwalet, serşok û hwd. bi awayekî hevpar bi kar tînin. Ev jî dibe sedema nexweşiyên weke Hepatît E (nexweşiya cegerê), Pnomoni û gelek nexweşiyên din. Hê jî pirgirêkên welatiyên di konan de nehatine çareserkirin û şert û mercên tenduristiyê yên li konebajaran nehatine başkirin. Rewşa konan ne li gor mirovan e, lê mirov ji bêgavî di konan de dimînin.”

‘Pirsgirêkên mezin li benda me ne’

Apak destnîşan kir ku gelek nexweşî li benda welatiyên Meletiyê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Meletiyê ji ber ku avahiyên ku dê bên hilweşandin zêde ne, xebatên rakirina kavilan dê 3 salan biajo. Divê demildest pirsgirêka avê bê çareserkirin. Bi taybetî jî van demên dawiyê li nexweşxaneyê em rastî ‘qidûs’ê hatin. Herî pir jî aşiya tetenoz û qidûsê’ hat kirin. Ev dê siberojê bibe sedema pirsgirêkên mezin ên tendûristiyê. Yanî pirsgirêkên mezin ên tendûristiyê li benda me ne. Divê demildest yên li konebajaran dimînin derbasî konteyniran bibin. Lê tevî ku 70 roj derbas bûne, hê jî di warê konteyniran de pirsgirêk hene.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar