Polîsan li Meletiyê bi ser malan de girt û 3 kes binçav kirin
Li Meletiyê, polîsan bi ser malan de girt û herî kêm 3 kes binçav kirin. Polîsan endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alî Gelgeç, Alî Gurbuz û Muslum ê paşnavê wî nehat zanîn binçav kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin, dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibe. MELETÎ