Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Mêrdînê 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. 3 gerîlayên ku heta fîşeka dawî şer kirin şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî leşkerên tirk ên ku derketibûn operasyonê çalakî pêk anî ne. Derbarê çalakiyê de HPG’ê ev agahî par ve kir: “Sibeha 18’ê adarê artêşa TC a dagirker li qada gundê Roverê yê navçeya Kerborana Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me di heman rojê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me li yekîneyeke operasyonê xistin û di encama derbên giran de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hevalê me Rêzan ê bi lehengî li dijî leşkerên dijmin şer kir şehîd bû. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevalên me Rêber û Dilxwaz ku heta fîşeka dawî li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî şer kirin, piştî ku derbên giran li yekîneyên dijmin xistin ku gelek kuştiyên dijmin çêbûn, ji bo dîl nekevin destê dagirkeran bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevli karwanê şehîdan bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”

HPG’ê aşkera kir ku artêşa tirk bi gelek helîkopterên Skorsky leşkerên mirî û birîndar piştî şer ji qada operasyonê birin û operasyon hîn jî bi piştevaniya yekîneyên veşartî didome.

Çalakiyên gerîla yên bi firokeyên bê mirov

Di berdewamî HPG’ê ev agahî par ve kir: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 22’ê adarê saet di 16.00’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Ronahî bi firokeyên bê mirov çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî qereqolê, çeper û stargehên wê hate kirin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate aşkerakirin. Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de di 23’yê adarê saet 15.00’an de li dijî dagirkerên li Alaya Rûbarok û Girê Şehîd Ronahî yên li Şemzînanê, hêzên me bi firokeyên bê mirov çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.”

Li Sîdekanê bomberdûmana balafirên şer

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 23’yê adarê saet 15.30’î de balafirên şer ên artêşa tirk bombe li Girê Kevortê yê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin û ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên wan. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar