Ji ber krîza aborî li Mêrdînê mirov gelek bi gazinc in û diyar dikin ku dê ji ber vê krîzê dengê AKP’ê bikevin. Welatiyên ereb dan zanîn ku ji ber çerxa rantê ya ku bi destê qeyûm li şaredariyê diger dê dengê xwe li şûna AKP’ê bidin HDP’ê
Mêrdîn bajarekî dîrokî û ji ber pir netewebûna xwe kozmopolot e. Dema mirov li nav bajêr digere her kêlî rastî şopên vê yekê tê. Ji ber van taybetmendiyên xwe mirov bi hêsanî dikare bibêjeke Mêrdîn muzeyeke ser vekirî ye. Ev muze beriya ku bibe şaredariya bajarê mezin, heta serdemek beriya niha jî şaredariya wê di destê AKP’ê de bû. Lê piştî ku bû şaredariya bajarê mezin, di hilbijartinên sala 2014’an de bi dengê gelên Mêrdînê ji destê AKP’ê derket û cara yekemîn bi hevşaredariya Febrûniye Akyol û Ahmet Turk ket destê BDP’ê.
Desthilatê AKP’ê ku muzeya ser vekirî ji xwe re kiribû deriyê rantê, serkeftina DBP’ê ya li bajêr li xwe qayîl nanî û di sala 2016’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê desteser kir û qeyûm tayînî şûna Akyol û Turk kir. Qeyûm Mûstafa Yaman deriyê rantê yê ku bi serketina DBP’ê re li AKP’ê hatibû girtin careke din lê vekir. Her wiha Yaman bi sedan karkerên şaredariyê ji kar derxist û ji derdora xwe ya Çorumê gelek kes anî li şaredariyê bi cih kir. Ev yek zora komeke AKP’iyên Mêrdînê çû û gelek caran şerê rantê di navbera wan û qeyûm Yaman de derket.
Berê min her li Rojava ye
Qeyûm Yaman di pêvajoya diyarkirina namzetan de zikê xwe li ber namzetiya AKP’ê ya Mêrdînê jî xweş kir. Ji ber vê yekê koma AKP’iyên ku bi pêşengiya parlamenterê berê yê AKP’ê Orhan Mîroglû tevdigeriyan, şerê xwe yê li hemberî Yaman bilind kirin û ew bi nelîrêtiya ku bi hev re kiribûn sûcdar kirin. Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ketin navbera vî şerî û her dû aliyên şer ceza kirin. Li şûna Yaman û Mîroglû namzetiyê dan namzetê xwe yê sala 2014’an Mehmet Vecdî Karaman ku li hemberî Akyol û Turk têk çibû.
Ez ji Cizîra Botan ku ji dîrokê ve warê serhildan û berxwedanê ye derbasî muzeya ser vekirî Mêrdînê bûm. Rêya navbera Cizîr û Mêrdînê nêzî sînorê Rojava ku ji aliyê dagirkerin Kurdistanê ve hatiye xêzkirinê ye. Mirov li ser vê rêyê her kêlî dikare li xaka Rojava binêre. Li gel ku paldanka min a otobusê li aliyê Çiyayê Bagokê ye jî ji seyra Rojava berê min qet nakeve Bagokê, her li Rojava ye. Heta gihîştim Mêrdînê bi dehan gundên Rojava dît. Lê bi van gundan re her kêlî dûwarê şermê yê ku bi blokên betonê li ser sînorê Rojava hatiye lêkirin jî dît.
Wek moriyan dixebitin
Piştî ku me bajarê Amûdê yê Rojava li pişt xwe hişt em ketin Mêrdînê. Li bajêr li ber buroyên AKP’ê li şûna mirovan wesayîtên bi mîlyaran hene û kes li derve xuya nake. Berovajî vê yekê li gel ku li asîman ewrên reş û tarî hene jî li ber derên buroyên HDP’ê gelek kes hene. Balkêş e li buroyên HDP’ê bi kesan re stranên erebî jî hene. Her wiha li nav bajêr jî wesayîtên HDP’ê bi stranên erebî digerin. Ji ber ku waxt teng e û berê evarê ye, ez derbasî Qoserê mala ku li bimama bûm. Li malê dema ku ez ê razama, ew ewrên reş û tarî yên berê êvarê bûn berf û baran û bi ser Mêrdînê de bariyan.
Roja din destpêkê ji bo ku bi namzetên hevşaredariyê re hevdîtin pêk bînim, ji Qoserê rast e rast çûm rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê. Ji ber ku namzet Ahmet Turk derbasî Sêrtê û Fîgen Altındag jî bêyî ku bê avahiya HDP’ê ji mala xwe derbasî gundên navçeya Artûklûyê bûye, daxwaza min a hevdîtina bi namzetên hevşaredariyê pêk nehat. Li avahiyê HDP’î wek moriyên ku mehên havînê her kêlî dixebitin, di nav liv û tevgerê de ne û her yek ji wan bi tiştekî re mijûl dibe. Ji ber vê yekê ez jî gelek avahiyê nemam û derketim derve.
‘Tenê derdora xwe digirin kar’
Bi derketina xwe derve re derbasî loqenteyeke li hemberî avahiya HDP’ê ku 2 karkerên înşaatê li rûniştîne bûm. Navê her du karkeran Erdal Ozge û Mahsûm Kabak e. Pirsa destpêkê jî Ozge dikim û dipirsim ku dê dengê xwe bide kîjan partiyê? Hê pirsa min di devê min de bû Ozge got ku ew dengê xwe dide partiya ku ez qasek berê ji derketime. Ez jê dipirsim û dibêjim ku tu ji ku zanî ez ji kîjan partiyê hatime. Ozge weke ku 10 sal e min dişopîne pê re got ku ew zane ku ez ji HDP’ê derketime û çûme cem wan. Li ser vê yekê ketim nav gumanan û êdî qet ji Ozge pirsan nekir.
Piştî Ozge min berê xwe da Kabak û çend pirsan jê jî kir. Kabak destpêkê diyar kir ku heke ji ber axaftina wî tiştekî talûke were serî wî dê neaxive. Li ser qanihkirina min Kabak ket navê û ev tişt anî ziman: “Ez ereb im û min heta niha dengê xwe daye AKP’ê. Ji ber ku kesên ji AKP’ê tên hilbijartin tenê ji derdora xwe mirovan digirin kar, ji niha şûn ve ez ê dengê xwe nedim AKP’ê. Rojek nayên rewşa mirov jî napirsin. Ez kesekî xîzan
im. Welehî bîlehî xaniyê min şevên bi şilî dilopa dike û ji ber van dilopan gelek şevan xew bi çavên zarokên min nakeve.”
Li ser van gotinên ku cerg û dilê mirov disotin, ez ji cem Ozge û Kabak radibim û ji bo biçim Mêrdîna kevn li dormîşeke têje rêwiyên nav bajêr siwar bûm. Di dormîşê de du zilamên kal li hemberî hev rûniştine û qala rêjeya şiliya ku îsal bariyaye dikin û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ji hev re dibêjin ku ji payîzê ve şilî dibare û êdî avê di keviran de avêtiye. Di sohbeta xwe de gotinan anîn ser hilbijartinê jî. Min jî guhê xwe mûç kiriye û tenê li wan guhdar dikim. Yekî ji yê din re got ku herê hecî bi vê şiliya bol re HDP’ê jî dengekî bol bigirta dê çiqas baş bûya.
Rengê dilê wan diyar e
Bi vê gotinê re ez ji dormîşê pêya bûm. Ez êdî li Mêrdînê kevn im. Dikevim gelek dikanan û têkildarî bandora krîzê ya li ser wan û hilbijartinê pirsan ji wan dikim. Piraniya esnafan ji krîzê gelek bi gazincên û diyar dikin ku Ji ber krîzê karê wan wek berê nabe û dibêjin ku dê ev yek bandor li rêjeya dengê AKP’ê bike. Çerezfiroşekî ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku krîzek mezin heye û ev krîz dê li Mêrdînê dengê AKP’ê kêm bike. Li ser pirsa min a têkildarî rengê dengê xwe jî çerezfiroş ev bersiv da: “Rengê dilê me diyar e, ev ne bes e. Niha em li qada fûtbolê dibezin gogê û dixwazin gogê ber bi qeleyê ve bibin. Em ê înşallah roja 31’ê Adarê gogê bigihînin qeleyê. Dê rengê dengê me jî wê çaxê diyar bibe.”
Esnafekî din ku karê telkariyê dike û amûrên zîv difiroşe, min li ber derê dikana xwe pêşwazî dike. Piştî hal û xatir pirsînê berteka xwe ya li hemberî qeyûm Mûstafa Yaman bi van gotinan ji min re tîne ziman: “Ji Çorûmê hatiye bajarê me bi rê ve dibe. Zêdetirî 50 kesî ji Çorumê aniye li şaredariyê bi cih kiriye. Ew û AKP’iyan şaredariyê kirine navenda rantê. Ji bo rantê komîsyonan avakirine û li gorî berjewendiyên xwe çend dikan û otel diyar kirine, berê kesên ku tên Mêrdînê didan van dikan û otelan. Ji bo têkbirina vê pergala rantê li gel ku ez AKP’î me jî dê dengê xwe bidim HDP’ê. Ez bi Ahmet Turk bawerim ku dê weke vana neke.”
Kolanên Qoserê ji yên gundan ne cadatir in
Ji bilî navenda Mêrdînê çûm navçeyên Qoser û Midyadê ku her dû jî navçeyên mezin in. Ji ber ku weke Mêrdînê çerxa rantê li vir jî bi destê qeyyûm digere, bi hincetên cuda kuçe û kolanên wê gelek car hatine vedan. Ji ber vê yekê kuçe û kolanên wê bûne wek yên gundan û mirov ji herî û çarçîqê nikare tê de bimeşe. Min xwe li navçeyê gihand rêveberên HDP’ê. Rêveber gelek ji xwe bawer in û dibêjin ku dê bi seriya ji sedî 80’ê deng bigirin. Her wiha rêveber ji helwesta polîsan a li hemberî xwe jî gelek bi gazinc in û diyar dikin ku gelek astengî ji wan re derdixin.
Li Midyadê jî bêdengiyeke zêde hebû. Li navçeyên bi awayekî zêde posterên serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û namzetê AKP’ê yê Midyadê hatine daleqandin. Rûberî vê yekê çavê min tenê bi buroyeke HDP’ê ket. Min li navçeyê xwe gihand çend kesên navserê û rêjeya dengên HDP’ê û AKP’ê ji wan pirs kir. Hemû kes jî ji nav dayîna xwe reviyan û dan zanîn ku li Midyadê şansê HDP’ê ji yê AKP’ê zêdetir e ku bi ser bikeve.