Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Mêrdînê Nobeda Demokrasiyê

Li Nisêbîn a Mêrdînê di roja 47’emîn a Nobeda Demokrasiyê de hat gotin ku îradeya gelê Mêrdînê hatiye xespkirin. Çalakvanan diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re vîna jinan jî tune hate hesibandin û hewl dan ku destkeftiyên jinan tune bikin

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê dest pê kir, di roja 47’an de dewam kir. Çalakiya li Mêrdînê îro li navçeya Nisêbînê hat lidarxistin. Endamên HDP’ê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Çalakiya rûniştinê bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîliyan û gotina stranan dest pê kir û di çalakiyê de helbest hatin xwendin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay piştî çalakiya rûniştinê axivî û wiha got: “Li Mêrdîn û navçeyên wê gel di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de, dengê xwe da HDP’ê. Lê hikûmeta AKP’ê, vîna gelê kurd xesp kir. Ev 47 roj in hewl didin bi qeyûman vî bajarî bi rêve bibin. Lê nikare birêve bibe û qeyûm tenê nelirêtiyê dike. Bi bacên gel li ser pêyan dimînin. Bi tayînkirina qeyûman ne tenê vîna gel tune hesibandin, di heman demê vîna jinan jî nas nekirin. Qeyûm jî mîna faşîzma AKP û MHP’ê, vîna jinan nas nake. Bi vî awayî êrîşî destkeftiyên jinan jî dikin.”

‘Em ê dest ji vê dozê bernedin’

Gunay bal kişand ser danişîna doza tacîzkar Ercan Uysaler û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Duh danişîna Ercan Uysaler ê tacîzkar hebû. Me xwest em li dijî vê bimeşin, lê destûr nedan. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Hûn ê tu carî nekarin me qesl bikin. Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku li dora HDP’ê bibin xelek.”

Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar