Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Mêrdînê talan û wêraniya qeyûm

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de 18 neguhêzbarên şaredariyê bi bedela 18 milyon derxistiye firotinê. Berdevkê Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariyê Mehmet Alî Amak wiha bertek nîşan da: “Qeyûm şaredariyê xistiye bin deyn û adeta Mêrdînê derxistiye ber firotinê.”

Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di tebaxa sala 2019’an de weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate kirin, vê carê jî 18 mal û milkê neguhêzbar ên şaredariyê derxist ber firotinê. Ev neguhêzbar ji 5 zeviyan û 13 erseyan pêk tê û ji bo firotina van neguhêzbaran îhale hate ragihandin. Li gorî ragihandina îhaleyê, dê 18 neguhêzbaran bi bedela 18 milyon û 57 lîreyan bifiroşin. Ji bo firotina van neguhêzbaran rojên 28’ê gulanê, 29’ê gulanê û  2’yê hezîranê hate destnîşankirin.

‘Deynê şaredariyê ji 63 milyon lîreyan derxist 406 milyon lîreyan’

Têkildarî mijarê berdevkê Koma HDP’ê ya Meclisa Şaredariyê Mehmet Alî Amak ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re axivî û bertek nîşan da. Amak diyar kir ku di serdema qeyûm de 6 milyon lîre dahat hatiye û wiha domand: “Lê MARSÛ ya ku hevbeşiya şaredariyê ye 620 milyon lîre xistine bin deyn. Deynê şaredariyê ku 63 milyon lîre bû, niha derxistine 406 milyon lîreyan. Şaredarî xistine binê deynan.”

Pereyên gel xistine xizmeta AKP’ê

Herî dawî jî Amak ev tişt anî ziman: “Pereyên divê ji bo xelkê were xerckirin, ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê, çerezvanan û kirêkirina erebeyan hatine xerckirin. Tenê di 3 mehan de bi 164 hezar lîreyî çerez û qehwe kirine. Ji bo wezîrên AKP’ê pereyê şaredariyê tê xerckirin. Niha qaseya pereyan vala bû, li pey hev mal û milkên şaredariyê derdixin ber firotinê. Hema bêje qeyûm Mêrdîn derxistiye ber firotinê. Çawa ku qeyûm duh dizî û talan dikir, îro jî heman tiştî dike.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar