Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Merîwanê lîstikên zivistanên çiyê

Li rojhilatê Kurdistanê bi barîna berfê re nexasim jî li deverên çiyayî yên Merîwanê lîstikên berê ji nû ve li nav civatan vedijin. Ev lîstikên ku armanca wan a sereke ew e ku bikin civak şevên dirêj ên zivistanê bi xweşî û kêfê bibihurîne

Li gundekî Merîwanê komekê biryar da ku xwe ji lîstik û mejûliyên înternet, televizyon û telefonên destan qut bike û lîstikên civakî yên ji rêûresmê vegerîne.

Di piraniya lîstikan ezmûna hêzê hebe jî, yên din jî hene. Weke mînak bi dorê civat wê dest bi hejmartinê bike. Kesê yekem bi yekê dest pê dike û wisa bi rêzê jimartin dewam dike. Lê belê hejmarên dawiya wan 5 û 0 (10, 20 û wekî din) divê neyên gotin li şûna wê her tenê dengê “hop!” tê gotin. Kî xwe şaş bike û hejmarê bibêje ji aliyê civatê hemûyî ve tê cezakirin.

Yan jî gustîlkek, moriyek yan jî tiştekî mîna wan bi benekî ve daliqandî, didin ber pifan û her kes bi pifa xwe wê gustîlkê dûrî xwe dike. Ku gustîlk nêzî hinan dibe, divê ew xwe bidin alî. Xogamle ji wan lîstikên ezmûna hêzê ye ku du kes bi şûtika li pişta stûyê wan gerandî li ser çong û destan hevdu ber bi aliyên dijber ve dikişînin ango şiklekî qayîşkêşanê ne.

Çewkeşke jî lîstikeke mîna vê ye ku li şûna şûtik, darikek di navbera ranên du lîstikvanan de tê bicihkirin.

Axir em bibêjin, ev lîstikên civata mêran in û em mixabin nizanin ka li heman gundan lîstikên civatên tevlihev an jî yên jinan hene yan na. MERÎWAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar