Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Mêrsîn, Erzirom û Mûşê operasyonên qirkirina siyasî

Polîsên dewleta tirk di danê sibehê de li Mêrsîn û Erziromê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdgirtinên li Mêrsînê de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Mûrat Sekmen û Tûba Salman jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Erziromê jî 2 kes hatin binçavkirin û li Mûşê jî 3 HDP’î hatin girtin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî siyaseta kurd berdewam dike. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk di danê sibehê de li Mersînê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girt. Biryara serdegirtina malan li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Mersînê pêk hat.

Hat zanîn ku di encama serdegirtina li Mêrsînê de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Mûrat Sekmen û Tûba Salman, endamên meclisa ciwanan a HDP’ê ya Mersînê Rojda Salman, Diyar Turgut, Vedat Turgut, Hîzbullah Ekîncî û gelek kesên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku ciwanên ku hatine binçavkirin, li Navenda Polîsan a Mersînê tên ragirtin. Her wiha di serdegirtina malan de gelek amûrên dijîtal jî hatin desteserkirin.

Li Erziromê binçavkirin

Di heman demê de li navçeya Tatos a Erziromê jî polîsên tirk bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina mala hevşaredarê HDP’ê yê Tatosê Muzahît Karakuş de, xebatkara HDP’ê Mehtap Demîrkaya û Abdulhadîn Eser hatin binçavkirin.

Li Mûşê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Gimgim a Mûşê jî di 9 adarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 11 kes binçav kiribûn. Kesên ku li Navenda Polîsan a Gimgimê dihatin girtin, duh êvarê derxistin dadgehê. Ji 11 kesên ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin 8 jê hatin berdan û 3 jî hatin girtin. Namzedê Meclisa giştî yê Gimgimê yê HDP’ê Şerafettîn Ozturk û kurê wî Îsmet Ozturk û kesê bi navê Mehmet Ertaş hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar