Li Mersînê endamên Meclisa Cîwanan a HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersînê, polîsên rejîma AKP/MHP’ê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes binçav kirin. Polîsan hemû amûrên malê serûbin kirin lêgerîn pêk anîn û deriyê gelek malan şikandin. Hat hînbûn ku di serdegirtina malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin û din av kesên hatine binçavkirin de jî Endamên Meclisa Ciwana ya HDP’ê Mazlûm Şanli û Celal Aslan jî hene. MERSÎN