Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Metînayê çalakiyên gerîla: 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayen HPG/YJA Starê li qada Qaşûra ya Metînayê 27 û 28'ê mijdarê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin û di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê;

27’ê mijdarê saet di 15:00’an de li qada Girê Mîlîtan a Qaşûrayê, li dijî çepereke A-4 a dagirkeran, hêzên me çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek birîndar bû.

28’ê mijdarê saet di 10:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Mîlîtan, tîmên gerîla yên bi tevger ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî li dar xistin.

Baskên yekemîn û duyemîn bi hevdemî ji cihekî nêz ve li 6 dagirkeran xistin. Di vê çalakiya serketî de ku bi taktîka gerîla ya serdema nû hat kirin, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di navbera 27 û 29’ê mijdarê de li herêma Zapê, qadên Çemço, Rênçbiraxa, Girê FM û Sîda ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

27’ê mijdarê saet di 15:15’an de li herêma Metînayê qada Girê Hakkarî bi balafirên şer hat bombekirin.

20’ê mijdarê saet di 18:00’î de li herêma Garê qada Ergenê, 27’ê mijdarê saet di 15:00’î de qada Deriyê Hirçê bi balafirên şer hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmana artêşa tirk a dagirker de xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê bû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar