Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Mexmûr û Teqteqê çalakiya piştgiriyê

Li Wargeha Penaberan Mexmûrê û bajaroka Teqteqê a bi ser navçeya Koyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê çalakî pêk hatin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclisa Îştar meşek girseyî ji bo piştgirîdayîna berxwedana bakur û rojhilatê Sûriyeyê lidar xistin. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û bi bejdarbûna xwendevanên jin ên dibistanan heta ber deriyê Meclisa Îştar berdewam kir. Beriya ku daxuyanî destpê bike ji bo giyanê tevahî şehîdên Rojava û hemû Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.

Di destpêkê daxuyaniyê de li ser navê jin û dayikên Mexmûrê Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Ev komkujî dijî mirovahiyê ye, jin û zakokên kurdan tên qetilkirin em ne razî ne. Bila tehavî cîhan vê bizane bi xwîna jin û zarokên kurdan dê dîrok neyê nivîsîn. Banga me ji bo Netewên Yekbûyî ew e ku vê komkujiya li ser gelê me bide rawestandin, êdî bes e her roj parçeyek ji canê me tê jê kirin.”

Piştî axaftina Fadîle Tok ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) Kajîn Korkmaz ve axaftinek hat kirin. Korkmaz diyar kir ku ew wek jinên ciwan vê komkujiyê şermezar dikin û soza serkeftinê da.

Dagirkerî hat şermezarkirin

Li bajaroka Teqteq a ser bi navçeya Koyê jî bi beşdariya tevayî aliyên siyasî çalakiyek nerazîbûnê li dijî dagirkeriya dewleta tirk hate lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê Ferhad Elî ve hate dayîn û wiha hat gotin: “Tiştên ku li Rojava rû dide komkujiye, divê tevayî aliyên siyasî yên kurd piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku ji derveyî kurdan kesek dostê wan nine.”

Her wiha di çalakiyê de welatiyan daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî vê dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwestek cidî û zelal nîşan bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar