Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Mexmûra ku di dorpêçê de ye derman kêm bûne

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li sernaserê cîhanê belav bûye, li Iraqê jî li gelek kesan peyda bûye. Di 18’ê adarê de li Iraqê hejmara kesên ji ber vîrûsa navborî jiyana xwe ji dest dan bû 11 û hejmara kesên vîrûs li wan peyda bûye jî bûye 154. Her wiha li hin bajaran jî ji bo vîrûsê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û tevdîr tên girtin. Lê belê li Wargeha Mexmûrê ku zêdetirî 8 mehan ambargo li ser heye, ji bo vîrûsê tu gav nayên avêtin.

Wargeh girêdayî wîlayeta Mûsilê ye û ji 17’ê tîrmeha 2019’an ve piştî li Hewlêrê 3 endamên MÎT’ê hatin kuştin, hatiye dorpêçkirin. Li wargehê nêzî 12 hezar kurdên ku di salên 90’î de koçber bûn dimînin. Welatiyên li wargehê ji ber dopêça heyî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û piştî vîrûsa koronayê belav bû, rayedaran diyar kir ku niha dermanên wan hema bêje nemane.

‘Ambargo her ku diçe dijwartir dibe’

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî got ku Herêma Federal a Kurdistanê ambargo daniye ser wargehê û wiha dom kir: “Li nexweşxaneya me derman nemane û nahêlin tenduristkarên me ji bo dermanan derkevin derveyî wargehê. Ambargo her ku diçe bêhtir dijwar dibe. Di 15 rojên dawî de Herêma Federal a Kurdistanê li ser hevdu biryar hatin girtin. Lê belê ji bo kampa me tu gav nayên avêtin. Me naxin şûna mirovan. Ev 9 meh in li ser me ambargo heye lê hêj alîkariyeke mirovî nehatiye kirin. Pêdiviya me bi xurekên xwarin, vexwarin û dermanan heye.”

Banga alîkariyê kir

Herî dawî jî Pîranî ev tişt destnîşan kir: “Em jî li gorî derfetên xwe tevdîran digirin. Maseyeke krîzê hate avakirin. Kesên bi hincetên cuda derketin derveyî kampê û piştre vegeriyayîn, niha di karantînayê de ne. 14 rojan tên kontrolkirin. Heta niha 40 kes ketine karantînayê. Niha li wargehê kesekî bi vîrûsê ketî nîne. Weke tevdîr, dibistan hatin betalkirin, Mizgeft, qehwexane, eywanên lîstikê û qadên din ên giştî hatin girtin. Pêwîstiya me bi dermanan heye. Em bang li NY, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê dikin ku vê ambargoyê bi dawî bikin. Em li benda alîkariya xwarin, vexwarin û dermanan ne.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar