Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diyar kir ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker de 2 endamên wan şehîd bûne û bi dehan sivîl birîndar bûne

Fermandariya Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser êrîşa dewleta tirk a dagirker a duh bi şev daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Wek tê zanîn sala 2021’ê dewleta tirk a dagirker bi hemû aliyan ve ji bo komkujiya li ser gelê kurd bi encam bike, şerekî pir mezin meşand, di nava vî şerî de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya bêhempa û dîrokî derket pêş. Bi saya vê berxwedanê dewleta tirk bi mezinî li bin ket. Di demên dawî de jî dewleta tirk a dagirker û qirker ji bo nixumandina binketina xwe ya li hemberî gerîla, bi awayekî nemerdane û bê exlaq êrîşê qadên weke Mexmûr, Şengal û Rojava dike. Di vê çarçoveyê de duh saet 22:00’an bi awayek hemwext, di çarçoveya şerê qirêj de êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojava kir.

2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn û bi dehan sivîl birîndar bûn

Wekî qada Mexmûrê, bi salane ku bi tena serê xwe li hemberî hemû dijminatiya dewleta tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Di êrîşa hewayî ya duh bi şev de, hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hat hedefgirtin. Di encama êrîşê de 2 endamên me şehîd bûn, gelê sivîl yên ku xwestin bi hewara xizmên xwe biçin, bûn hedefa êrîşê. Ji ber vê jî bi dehan mirovên wargehê birîndar bûn. Niha rewşa welatiyên birîndar di bin kontrolê de ye û li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Weke encam, çawa ku heya roja îro gelê kurd bi îradeya xwe yê ji pola û bi berxwedana xwe li ser piyan maye û li hemberî her cure êrîşan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî wê ev berxwedana xwe hê mezintir û gurtir bike. Em weke Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, em ê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê dewleta tirk a faşîst ku dijminatiya gelan dike, bi bin bixin. Banga me di serî de ji bo gelê me yên li her çar beşên Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê heye ku li hemberî êrîşên faşîzan û qirker ên dewleta tirk ê bê exlaq dakevin qadan û dengê xwe derxînin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî wan êrîşên ku li ser wargehekî penaber tên kirin û berevajî zagon û pîvanên wan e, dengê xwe derxînin û dewleta tirk ji ber van kiriyarên dijî mirovî darizînin.

Em ê piştre agahiyên derbarê nasnameya her du endamên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar