Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi girseyî hat pîrozkirin

15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê,  di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.

Şahî li navenda Çand û Hunerêya Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistan destpkir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdeveka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de 74. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em wek Qada Perwerdê spasiya hemû kesên ku di vê mihrîcanê de ked dayîn dikin. Em vê mihrîcanê diyarî gerîlayên serê çiyan yên ku li beramber dagirkeriyê li berxwe didin, ji bo malbatên şehîdan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanan de li berxwedidin dikin. Em gelek keyfxweşin û dibêjin wê ti kesek nikaribe roja me tarî bike. Emê xwe li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad jiyan bikin. Em soz didin heta dawiyê em ê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”

Piştî axaftina vekirinê, bernemeya şehiyê bi koro ya dibistana dayîkê destpê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn, xwedevanên dibistana Hêvî bi stiran û dîlana xwe reng da şahiyê. Piştî wan koma dengbêjan a dibistana Amadeyî stranên xwe pêşkeşkirin.

Şahî wê giştî nîvro jî dewam bike.

Bernameya Şahiyê wihaye:

Koro ya dibistana dayîkê.

Birîna paste.

Mûzîk û dîlanên Navenda Hêvî.

Koma dengbêjî ya dibistana Amedeyî.

Pêşbirka dengbêjî ya di navbera dibistanê seretayî de.

Pêşbirkên dibistanê seretayî yên werzîşî wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast.

Pêşbirkên dibistanên seretayî ya zanistî.

Şanoya Peymangeha şehîd Kerîm Kato.

Hunermend Dilo Doxan.

Pêşbirka govendê ya dibistanên seretayî.

Xwedina encama pêşbaziyên çand û werzîşî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar