Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Mexmûrê 9’ê Cotmehê bi meşek hat şermezarkirin

Li Mexmûrê komploya navneteweyî bi meşeke hat şermezarkirin. Di meşê de wiha hat gotin: “Armanca komploya 9’ê Cotmehê, tunekirina gelê kurd bû. Lê bi saya Rêber Apo û hevalên wî yên ku di gotin ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ de komplo vala hat derxistin.”

Li Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî bi meşekî girseyî hat şermezarkirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlibûna hezaran şênî û xwendevanan dest pê kir û heta li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Di nava meşê de alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên ku li ser ‘Sonda me ye, em ê pergela Îmraliyê bişikînin’ û ‘Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin’ hatibûn nivisîn, hatin hildan.  Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire Komploya 9’ê Cotmehê’ û ‘Bimre xiyanet’ hatin avêtin.

Meş li ber derê NY’yê, bi pêşwazîkirina ciwanên ku ev du roj in li wir ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî kon vedabûn, kombûn. Li ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz hat girtin û piştre jî li ser navê gelê wargehê, Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Elî Urek daxuyaniyek da.

Rêber Apo komplo vala derxist’

Elî Urek di destpêka axaftina xwe de kesên ku di Komploya Navnetewî de cih girtine bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em li ser navê Wargeha Mexmûrê, berxwedana Serok Apo ya 23’yê salan bi dil û can silav dikin. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployekî namerdane ku bi destê xiyanetê plankiribûn, xwestin bi wê komployê gelê kurd ji dîrokê bidin windakirin. Armanca wan qirker û dagirkeran ew bû ku di Rojhilata Navîn de dîzaynekî nû ava bikin û kesên azadîxwaz ji holê rakin. Lê belê Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe ev komplo vala derxist. Dijmin jî matmayî mane û hêvî nedikirin ku dê Rêber Apo komployê vala derbixe. Lê bi saya Rêber Apo û hevalên wî yên ku di gotin ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ de komploya 9’ê Cotmehê hat vala derxistin.”

‘Komploger ji fikr û felsefeya Rêber Apo ditirse’

Urek bal kişand li ser xiyaneta ku niha PDK li gelê kurd dike û wiha pêde çû: “Hêzên navdewletî û dagirker di van demên dawî de, li pey komployekî nû ne. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî heman hêzbûn û êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Gotina Rêber Apo ya ku gotî ‘Ez ê komployê vala derbixim û tolê ji komplogeran hilînim’ zemînê avakirina Netewa Demokratîk e. Fikr û felsefeya Rêber Apo, li her derê cîhanê belav dibe û ji ber wê jî dijmin her ku diçe êrîşê me dike. Niha jî dixwazin fermana 73’yan ya li ser Şengalê bixin meriyetê lê gelê êzidî bi berxwedaniya xwe ev plan û komployên dagirkeran heta astekî vala derxistiye.”

Herî dawî Hevserokê Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Elî Urek ev tişt anî ziman: “Wek gelê Mexmûrê em soz dikin ku dê serkeftin bibe ya me. Em ê heta dawî li dijî komplo û her cûre êrîşan li ber xwe bidin û em soz didin ku heta azadiya Rêber Apo em dest ji çalakiyan bernadin. Em şopdarên Rêber Apo ne û tekane rêya çareserî û aştiyê jî Rêber Apo ye.”

Meş bi diruşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar