Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Mexmûrê bi coşekî mezin 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin

Li Wargeha Mexmûrê bi coşek mezin 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Gelê Kurd hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku Rêber Apo mîna çirûskek agir tevahî tarîtî, ronî kiriye.

14’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku di 21’ê Sibatê de, ji aliyê qada perwerdeyê ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dewam dike. Li park û dibistananên wargehê destpêkê dar hatin çandin û Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo bi awayekî fermî destpê kir.

Navenda Çand û Hunerê bi wêneyên Rêber Apo, alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR’ê hatibû xemilandin. Xwendevanên wargehê bi cil û bergên Kurdî, ketin qada pîrozbahiyê. Meşa xwendevanan hêjayî dîtinê bû. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê koma Koroyê derket ser dîkê û bi stranên xwe coş da gelê amade. Piştî korayê li ser wate û girîngiya rojê, Hevseroka Komîteya Perwerdeyê Bêrîvan Kaya axiftina vekirinê kir.

Bêrîvan Kaya got: “Di destpêkê de em jî weke qada perwerdê roja 4’ê Nisanê, li Rêber Apo, girtiyên zindanan û li tevayî gelê ku daxwaza azadiya xwe dike pîroz dikin. Em vê mihrîcanê diyarî Rêberê xwe dikin. Rêberê me di vê rojê de ji dayik bûye, em vê rojê weke rojbûna gelê kurd dibînin. Em bi ruhê 8’ê Adar û Newrozê rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin. Em di wê baweriyê dene ku ev mêhrîcan bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em bi van pîrozbahî û coşa gelê xwe, bersîvek dîrokî didin dijmin. Em di wê hêviyê dene ku emê di salên pêşîya me de vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

Piştî axiftina vekirinê pasta hat birin û mihrican bi pêşbirkên çand û hunerî bi coşekî mezin berdewam kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar