Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezar kir. Di meşê de bênavber dirûşmên dijî dewletên komploger hatin gotin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.

Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Di meşê de hat gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Meş bi kombûna hezaran xelkê wargehê û xwendevanan a li ber avahiya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Gel di meşê de bi bilindkirina al û posterên Rêberê Gelê Kurd, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em komploya 15’ê sibatê şermezardikin’ û bi dirûşmeyan girêdanbûna xwe ya bi Rêber Ocalan re anîn ziman. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY li wir sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta şehîdên meha sibatê de tevahî şehîdên tevgera azadiyâ Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Gel Bêrîvan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezarkir û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li ser Rêbertiya me dike, li ruxmê vê hovîtiya wan Rêbertî bêyî ku navber bide berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kir. Em jî kêlî bi kêlî xwe di nava vê berxwedanê de dibînin û di nava vê berxwedanê de xwedî hêz û vînin ku dijmin ji her gavek ya me ditirse. Ji bo wê jî êrişî gêrîlayên me dike, bi wê ve girêdayî tecrîda li ser Rêbertî ya ku ev 24 sal in bi hemû hovîtiya xwe tê meşandin, li ser gelê wargeha Mexmûr jî tê pêkanîn. Ji ber vê em ji vê ne xerîbin û ji bo wê jî divê em kêlî bi kêlî bi Serokatiya xwe re xwe bikin yek ku em bikaribin berxwedana xwe biserbixin. Hevalên ku bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî xwe kirîn xelekek ji agir û gotin em ê bi agirê bedena xwe Rêbertiya xwe azadbikin û vê dijminiya ku li ser gelê kurd em ê bi dawî bikin. Ji bo wê divê em jî bikaribin vî agirê serhildanê hîn geştir bikin û bigihînin azadiyê. Ji ber ku niha dem dema em bikaribin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikine ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî.”

Piştî axaftina Bêrîvan Kaya, çalakiya greva birçîbûnê li wir bi koma nû dewir girt û bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ meş bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar