Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Mexmûrê li hêlekê dorpêç û li hêla din jî fikara vîrûsa koronayê heye

Vîrusa koronayê ku di 12’ê kanûna 2019’an de li Çînê derket, li seranserî cîhanê belav bû. Vîrûs ev demeke li başûrê Kurdistanê û Iraqê jî tê dîtin. Her çiqas tedbîr bên girtin jî, lê belê careke din jî metirsiyeke mezin li ser civakê heye. Weke ku tê zanîn Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev nêzî 9 mehin di bin ambargoya hikûmeta herêmê de ye. Bi derketina vîrusê re jî jiyana welatiyên wargehê zehmetir bûye. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê maseya krîzê hate avakirin û welatî tên hişyarkirin.Têkildarî mijarê welatî û xebatkarên wargehê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji karmendên nexweşxaneya wargehê Kewzer Tunç di çarçoveya tedbîran de li benda kontrolê dimîne û kesên dikevin wargehê kongrol dike. Tunç got ku piraniya şêniyên wargehê li bajarên cuda yên Başûr dixebitin û wiha dom kir: “Ji ber ku hemû kargeh hatine girtin, welatî li wargehê vegeriyan. Weke tedbîr em kesên ku tên wargehê bi cîhaza germahiya laş kontrol dikin. Ger welatiyek tenê jî bi vîrûsê bikeve, dê zû belav bibe û ji ber rewşa ambargoyê em ê nekarin bibin nexweşxaneyê jî. Em bang li cihên peywendîdar bi taybet NY’yê dikin ku bi lezgînî alîkariyê bidin wargehê.”

Maseya krîzê hate avakirin

Endamê Maseya Krîzê Mahîr Turgut jî diyar kir ku wan li wargehê li gorî derfetên xwe tedbîr girtine û wiha got: “Armanca avakirina maseya krîzê, pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê bû. Cihê me ne cihekî bi tenduriste û derfetên me pir kêm in. Ji ber vê jî em bang li NY’yê dikin ku di zûtirin dem de ji me re bibin alîkar.”

‘Heta niha tu kesê bi vîrûsa koronayê ketî nehatiye tespîtkirin’

Her wiha endama beşê dermanxaneyê Derya Demîr jî bi bîr xist ku vîrûsa koronayê li herêmên nêzî wargehê belav bûye û ev tişt anî ziman: “Rêya hatin û çûnê hatiye girtin. Ger yek bi nexweşiyê bikeve jî em nizanin bê ka dê li ser kîjan rêyê bibin nexweşxaneyê. Heta niha tu gumanên nexweşiyê li kesekî nehatiye dîtin. Lê hêj nediyare. Em tedbîran digirin lê di aliyê derfetan de netêrkerin. Ji ber vê em bang li NY, hikûmeta Iraqê û ya Başûr dikin ku di aliyê derfetan de ji me re bibin alîkar.”

Banga alîkariyê kir

Welatiyê bi navê Samî Kadûnî jî destnîşan kir ku ev 9 mehe ambargoyeke girankirî li ser wargeha Mexmûrê heye û wiha bi dawî kir: “Bi tu awayî nahêlin kesek derkevin ji derveyî wargehê. Ji bo newxeşiya koronayê çareserî nehatiye dîtin. Ji bo vê ji li wargeha me jî her çiqas derfet kêm jî bin tedbirên xwe girtine. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku alîkariyê bidin wargehê.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar