Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li midûrê qeyûm ê fihûşkar Uysaler 11 sal û 3 meh ceza hate birîn

Danişîna duyemîn a doza midûrê qeyûm Ercan Uysaler li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Mêrdînê hate dîtin. Heyeta dadgehê li fihûşkar Uysaler 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî

Qeyûm Mûstafa Yaman di 19’ê tebaxa sala 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû tayînkirin. Di wê serdemê de jî Yaman, polîsê bi navê Ercan Uysaler weke midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê peywirdar kiribû. Demek piştre derket holê ku Uysaler li xebatkara jin D.S. fihûş ferz kiriye.

Danişîna duyemîn a doza fihûşkar Ercan Uysaler îro li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Mêrdînê hate dîtin. Midûrê fihûşkar Uysaler tev li danişînê nebû. Heyeta dadgehê jî biryar da ku fihûşkar Uysaler bi darê zorê bînin danişînê. Di danişînê de gelek parêzerên jin û endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê jî amade bûn. Fihûşkar Uysaler bi tawanbariya ‘êrîşa zayendî ya basît’ hate darizandin.

Balkêş e ku li gel ku doza cemaweriyê jî bû, Wezareta Polîtîkayên Malbatan û Sosyal tev li dozê nebû. Parêzerên ku li ser navê Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Mêrdînê tev lê danişîne bûn, xwestin ku muxaxilî dozê bibin lê daxwaza wan hate redkirin. Dadgehê diyar kir îfadeya Uysaler bi talîmatê li Dadgeha Cezayên Eslî ya Çorûmê hatiye standin.

Di danişînê de D.S. anî ziman ku di roja 4’ê nîsanê de dema ku li odeya arşîvê, Uysaler hatiye cem wê û teklîfî wê kiriye. D.S. wiha domand: “Min teklîfa wan qebûl nekir. Dema ku teklîf gelek caran dubar kir, min rewş ji malbata xwe re got û malbata min jî xwest ku dev ji kar berdim.”

Şandeya Dadgehê 6 sal ceza li Uysaler birî. Dadgehê piştre jî bi sedema ku ‘Peywirdarê cemaweriyê ye û rayeya xwe bi kar aniye’, ceza hilda 9 salan û dîsa bi sedema ku ‘Çalakî giran e’, ceza hilda 11 sal û 3 mehan.

Dadgehê her wiha biryar da ku polîs Ercan Uysaler were girtin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar