Wezîrê Karên Hundir li Navçeya Milazgîrt a Mûşê keyayê gundê Yeramîşa Mehmet Kaya, keyayê gundê Axwêran Milazim Altun, keyayê gundê Elîqarxana Sertip Demîr û keyayê gundê Qasimî Salih Soylemez ji peyvirê girtin. Di 12’yê sibatê de leşkeran bi ser gundê Yeramîşa, Axwêran, Elîqarxana û Qasimî de girtibûn û keya binçavkiribûn. Wezîr bi hinceta derbarê keyayan de lêpirsîn heye, keyayan ji peyvirê dûr xistin. Hat diyar kirin ku dê li şûna keyayan azayên wan bi cih bikin. MÛŞ