Duh li eniya xeta El-Sacûrê ya Minbicê 45 dagirker hatin kuştin. Artêşa tirk a dagirker îro gundê Eseliye yê rojavayê Minbicê topbaran kir û di encamê de 2 sîvîl hatin qetilkirin
Çeteyên artêşa tirk a dagirker şevê din êrîşî gundên bejahiya Minbicê yên li xeta El-Sacûr kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û di encamê de şer li herêmê derket.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di şerê şevê din de nêzî 45 çeteyên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.
2 sîvîl hatin qetilkirin
Her wiha di encama topbarana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Um Edese El-Farat ê bejahiya Minbicê, 2 sivîl şehîd û 13 kes jî birîndar bûn, rewşa 3 kesan ji wan giran e.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Eseliye yê rojvayê bajarê Minbicê topbaran dike. Topbaran li ser malên sivîlan tê kirin ji ber wê şênî neçar man ku ji malên xwe derkevin. MINBIC