Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku hêzên wan li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku li Minbicê tevlihevî derdixist, operasyon pêk anî ye. Meclisa leşkerî diyar kir ku di operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ’ê li Minbicê ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikir, girt.
Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya têkildarî mijarê wiha ye: “Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê erka xwe ya girtina şaneyên terorîst bi awayekî serkeftî didin meşandin. Bi rêya operasyonekê û berdewama girtina şaneyên terorîst ên veşartî, piştî şopandina domdar, ji komên çeteyan re yên ku ji gundê Baxozê derketine û dixwazin aramiyê têk bibin, li ser vî esasî Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê operasyonek li dijî DAIŞ û şaneyên wê pêk anî. Di encamê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.”
Meclisa Leşkerî ya Minbicê herî dawî jî ragihand ku xebata parastina ewlehiya di hundirê bajêr de û têkoşîna hêzên wan a li dijî şaneyan dê bidome. MINBIC